Peyama xelkê Amedê 'Divê hikûmet gavên berbiçav bavêje' 2025-05-16 09:09:10   AMED - Jinên ku li Amedê, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” û gotin ku divê hikûmet di zûtirîn dem de gavên berbiçav bavêje.   Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê 12’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Xelkê Amedê behsa pêvajoya dîrokî ya ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” pêk hatî kirin.      Jinên ku em li kolanên Amedê bi wan re axivîn diyar kirin ku li gel hemû zext û astengiyan jî dest ji têkoşînê bernadin. Jinan diyar kirin ku “banga sedsalê” qebûl kirine û gotin ku divê hemû beşên civakê bi gavên xurt û bi biryar beşdarî pêvajoya nû bibin.   Jinan her wiha destnîşan kirin ku heta niha tu gavekî şênber ji aliyê desthilatdariyê ve nehatiye avêtin û diyar kirin ku di vê pêvajoya krîtîk de tehamula windakirina demê nîne û ji bo aştî û veguherîna demokratîk divê demildest gav bên avêtin.   Wêne/dîmen: Pelşîn Çetînkaya-Merve Sevîm