Hêlîn Umît: Divê em Rêbertî rast fêhm bikin 2025-05-15 13:13:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Her kesî par ji heqîqeta PKK'ê wergirtiye. Ji bo pêvajoya nû pêwîstî bi guhertinê heye."   Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 232 delegeyan pêk hat. Hemû delegeyan bi yekdengî biryara bidawîkirina karên bi navê PKK'ê têne meşandin, dan. Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît li kongreyê axivî. Axaftina Hêlîn Umît bi vî rengî ye:   "Îdeolojiya PKK’ê ya ji dema destpêkê heya niha, em nikarin bêjin çima wiha bû. Ew di nava şert û mercên cîhanê de şêwe girt û karakterê xwe wiha qezenc kir. Ew ji ber xwezaya xwe wiha bû.   Em bifikirin mesela di wê demê de, dahûrandina dewletê, dîrok yanî plana li paş îdeolojiya me hîna nehatibû vê qonaxê. Di encama xebat, ked û hewldanên Rêbertî de rêyeke nû ya ji sîstema netewe dewletê ya cuda, hate vekirin. Rêyeke nû ya azadiyê hate vekirin. Divê mirov vê baş fêm bike û xwedî lê derkeve. Eger em rast û bi zanebûn Rêbertî fêm bikin, em ê bi berpirsyarî û bi kûrbûn tevlî pêvajoyê bibin.   PKK ji dema destpêkê ya avakirina xwe ve di nava nêrîneke cîhanê ya diyar de şêwe girt, ava bû û têkoşîn meşand. Weke hevalan jî anîn ziman, vê têkoşînê geşedanên destanî derxist holê. Tenê ji bo gelê Kurd na, ji bo gelên cîhanê rêyeke nû ya azadiyê, hêviyeke nû ya azadiyê ava kir. Me hemûyan ji vê heqîqetê par wergirt. Em pê serbilind bûn û serbilind dibin.   Gelo ev ê bi PKK’ê re dewam kiribûya? Piştî pêvajoya 2000’î ev yek hate nirxandin. Şert û merc û zemînê vê yekê hebû. Lê niha pêvajoya ku em di nav de ne, divê mirov tenê li ser dualîteya serketin û neserketinê nenirxîne. Li ser qonaxa cîhanê ya niha, hevsengiyên siyasî yên hatine guhertin, geşedanên zanistî, geşedanên zanist-teknîkî jî binirxîne. Rêbertî got, 'ez bi kelecan im'. Ez jî bi vê kelecanê me. Ev pêvajo bi gelek pêlên hestan derbas bû. Pêvajoyek bû ku fikar, bêbawerî, bendewarî, di rapora me de jî hate behskirin şerê psikolojik û taybet pir zêde bû. Yanî bi wê wateyê re pêvajoyeke ku me bi hestên rasterast jiyan kir, nebû. Lê belê Rêbertî dibêje ez bi kelecan im û ez ji bo guhertinekê pêwîstiyê dibînim.   Li ser navê xwe jî û ji aliyê têkoşînê ve jî ez pêwîstiyê dibînim. Niha dema wê yekê ye, ku em vê rast fêm bikin û bixin pratîkê. Ez soza vê yekê dikarim bidim, ez ê ji hêza xwe hîn zêdetir Rêbertî rast fêm bikim û di pêvajoya pêş me de ez ê xwedî li hemû wezîfeyan derbikevim û tevlî bibim."