Şandeyekê ji Fransayê serdana Rêveberiya Xweser kir 2025-05-11 15:53:40                  NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke ji Fransayê bi armanca ku projeya Rêveberiya Xweser ji nêzîk ve nas bike, ji bo pêşxistina diyalog û piştevaniyê hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Ji Fransayê şandeyek payebilind bi armanca naskirina ezmûna Rêveberiya Xweser û pêşxistina diyaloga siyasî hat Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Şande ji Seroka rûmetê ya Komeleya Dostaniya Kurdistan-Fransa Sylvie Jean, parlementera bajarê Seine-Saint-Denis yê hilbijartî, endama Partiya Komunîst û rêxistinên çep, Emily Luc, Rêvebera beşa projeyên navneteweyî Michel Laurent û rojnamevana Fransî Rosa Mousavi, ku di rojnameya L’Humanité a çep de dixebite, pêk dihat.   Şande ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber Hisên Osman û Evîn Siwêd ve hate pêşwazîkirin.   Di serdanê de her du aliyan geşedan û pêşketinên li herêmê nexasim li Sûriyeyê nîqaş kirin. Teqez kir ku di hemû pirsgirêkên Sûriyeyê de divê diyalog bibe faktora serdest.   Hevserokên Meclisa Rêveber jî rewşa siyasî û aborî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ezmûna Rêveberiya Xweser ji şandeyê re nirxand.   Sylvie Jean diyar kir ku armanca wan a serdanê fêmkirina modela Rêveberiya Xweser ji nêzîk ve ye. Her wiha girîngiya serkeftinên ku Rêveberiya Xweser di warê jinan de bi dest xistine, rêgeza rêveberiya hevbeş a di navbera pêkhateyan de û xebatên jinûve avakirinê yên piştî bidawîbûna şerê li dijî DAIŞ’ê destnîşan kir.   Şandeyê rêbazên piştevaniya navneteweyî bi ezmûna Rêveberiyê jî nîqaş kir.   Komeleya Dostaniya Kurdistan-Fransa (AFK) rêxistineke Fransî ye ku di sala 2013’an de wekî bersivek li ser qetilkirina sê çalakvanên jin ên Kurd li paytexta Fransayê, Parîsê, hatiye damezrandin. Armancên komeleyê: Xurtkirina hevgirtinê di navbera gelên Kurd û Fransayê de û belavkirina hişmendiya li ser pirsgirêka Kurd, pêşxistina modela xwerêveberiyê û demokrasiyê, bi taybetî di warê bihêzkirina jinan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de.