Xwendekara girtî Esîla Ayik nehat tahliyekirin 2025-05-08 19:33:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekara girtî Esîla Ayik, tevî nêrîna Odeya Tabîban a Stenbolê ya wekê ‘nikare girtî bimîne’ jî biryara berdewama girtina wê hat dayîn.   Piştî girtina şaredarê Bajarê Mezin ên Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu, li Kadikoyê çalakî pêk hatibû. Xwendekara zanîngehê Esîla Ayik  bi hinceta pankart vekiriye hatibû girtin. Esîla Ayik, tevî nêrîna Odeya Tabîban a Stenbolê ya wekê ‘nikare girtî bimîne’ jî biryara berdewama girtina wê hat dayîn.