Sevgî Yolu tê biçûkirin esnafên wê li ber xwe didin 2025-05-04 09:03:29     ÎZMÎR-Esnaf Îlknur Maral got şaredariya Konakê hewl dide esnafên Sevgî Yolu terorîze bike û got: “Em ne dagirker esnafin. Em keda xwe bi kesî nadin xwarin.”    Sevgî Yolu li Alsancak a Îzmîrê ye û li wir berhemên wek pirtûk, xişir, alavên diyariyê tên firotin. Ne wek cihekî bazirgaxaneyê ye, li wir çanda Îzmîrê jî tê jiyankirin. Havînan heta saet 20.00’an vekiriye û ji bo jinan cihekî bi ewle ye. Lê şaredariya Konakê bi hinceta ku esnaf peyarêyan dagir dikin, bi birîna darên parlmiyeyê sûcdar dike, teblîgat şand ku stand bên biçûkirin. Esnafên Sevgî Yolu bi biryarên ku standên xwe biçûk nekin.   Îlknur Maral ku esnafiyê dike der barê mijarê de axivî û got şaredarî esnafan terorîze dike û got wê wek esnaf li ber xwe bidin.   Îlknur Maral wiha got: “Bi tevlibûna şaredarê Konakê re hefteyên borî civîna esnafan pêk hat. Civîn bi tevlibûnek mezin pêk hat. Encama ji wir derkt ev bû ku  çi bihata kirin wê di navbera esnaf û şaredariyê de bihata kirin. Me dest bi hevdîtinan kir. Me çar heval diyar kirin. Hevalek me çend caran hevdîtin kir. Lê agahdariyeke der barê projeyekê de an jî biryarek hatiye girtin de nehat dayîn.”   ‘Em ne dagirker in, em esnafin’   Îlknur Maral di berdewamiyê de wiha dirêjî dayê: “Der barê projeyekê de agahî nehat dayîn. Lê der barê hilweşandina standan de teblîgat hatiye derxistin. Piştî 14 rojan şûnde zabite hatin. Me destpêkê de got em ewraqan îmze nakin. Hefteya borî raste rast teblîg hatin. Yanî cara sêyemîn zabite hatin. Me dîsa got em îmze nakin. Vê carê bi polîsan re hatin. Wekê ku em dagirkerin nêz dikin. Lê em ne dagirker em esnafin.”   ‘Biçûkbûn tê wateya ji sedî 75 nefirotina berhaman’   Îlknur Maral got ew qadek metre û nîv qebûl nakin û got: “Berhemên me di wir de bicih nabin. Biçûkirina standan tê wteya ku  ji sedî 75 berhemên me ji holê bên rakirin. Wisa me em mikarin tu tiştekî bikin û berhemên xwe bifroşin. Sevgî Yolu kolaneke 30 saliye. Zarokên me li wir mezin bûn. Em dest ji wir brenadin. Bila me terorîze nekin. Bila bên pirsgirêkek hebe em çareser bikin. Keda mirovan wisa ne hêsane. Em nanê xwe keda xwe bi kesî nadin xwarin.  Piştî zextên şaredarî û desthilatdariyê esnafan jî xwe rêxistin kir.Ji bilî vir tu tiştekî me tuneye.”