ROJEVA 2'YÊ GULANA 2025'AN 2025-05-02 09:00:00     * "Di esasa rêgeza etîk û estetîkê de nirxandina konfederalîzma jinê girîng e. Ev rêgez nirxan ahlaq û jiyana azad a konfederalîzma jinê ye. Dema mirov di alî şoreş û jiyana ku jinê esas digire de bifkirin ev nirx gelek girîng in." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, got xebatên sererastkirina qanûnî li gorî banga 27’ê Sibatê dimeşînin û der barê pakêta darazê wê biçe meclîsê de jî wiha got: “Em wisa difikirin ku pêşnûmeya 55 xalî ya dijdemokratîk piştî vê hevdîtinê, wê bê guhertin.”DÎMEN HEYE   * Emele Gelîbolu Gîderler der barê qetilkirin û tundiya li ser jinan de axivî û da zanîn ku cezayên ji bo gumanbaran tên dayîn ne bi bandorin û got ev jî cesaretê dide gumanbaran. DÎMEN HEYE   * Emîne Al derbarê binpêkirinên li girtîgehan û pêkanînên dijdemokratîk de axivî û da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan yên giran û kêfî pêk tên. BI DÎMEN   * Jinên kedkar ên beşdarî 1'ê Gulanê bûn, bal kişandin ser wê yekê ku hemû krîzên hatine jiyîn bi pêkhateya welat ve girêdayî ne û diyar kirin ku herî zêde jin ji krîzan bandor dibin û gotin: "Li her qadê jin tên paşguhkirin." BI DÎMEN