ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2025'AN 2025-04-27 09:00:00     * Li Almanyayê 1’ê Gulanê ne tenê betlaneye, bîr e. Di vê bîrê de li dijî binpêkirina kedê, daxwaza edaletê, grevên mezin tên kirin û herî zêde jî dengê keda nayê dîtin a jinan heye. Yek ji çavkaniya vê îlhamê Clara Zetkîn e û îro jî li kolanên Almanyayê di pankartan de di bîra kolektîf de dijî. 1’ê Gulanê ne tenê bibîranîna paşeroj, nivîsandina rojeva têkoşîna pêşerojê ye jî. DOSYA   * Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal balkişand ser nokteyên krîtîk yên pêvajoyê û wiha got: “Ev ne pêvajoya hevdîtin, bangan e; ger pêvajoyek demokratîk bê xwestin hiqûqa wekheviyê bê avakirin divê ev bikeve ewlehiya hiqûqî.” BI DÎMEN    * Zeynep Tuna der barê gotinên ku demên dawî de wezareta dadê derbarê têgeha malbatê de kirine axivî û got: “Ger malbat bi zarokan ve bê girêdan wê demê rewşa me xerabe.” BI DÎMEN    * Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr Sonmez derbarê rewşa girtiyên nexweş yên her diçin giran dibin de axivî û got: “Divê girtiyên nexweş bên berdan û her kes berpirsyariya xwe bigire ser xwe.” BI DÎMEN    */Ji Sendîkaya Karkerên Malê ÎMECE Zeynep Ayvalitaş destnîşan kir ku ji ber pênasekirina karê malê tuneye keda wan nayê dîtin û got: “1’ê Gulanê ne cejn roja berxwedanê ye. Em wek ÎMECE wê 1’ê Gulanê de ji bo mafên xwe li qadan bin.” BI DÎMEN