Li Arzoxliyê nobeda konan bi pêşengiya jinan didome 2026-11-16 15:29:00   AMED - Nobeda ku li Arzoxliyê li dijî projeya GES'ê hatiye destpêkirin, di roja 26'emîn de bi pêşengiya jinan berdewam kir.   Nobeta konan a ku li gundê Arzoxlî ya girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya Zenkar-1 hatî destpêkirin, ket roja 26'emîn. Meşa jin û zarokên ku ji bo biçin qada projeyê hatibûn cem hev, ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Li ser vê yekê jinan ji bo şermezarkirina astengkirinê çalakiya rûniştinê li dar xist.   Di dema çalakiyê de jinan dirûşmên “Her bijî berxwedana dayikan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Sermayeya kujer ji çêregeha me biceheme” berz kirin. Şêniyên gund piştî çalakiyê careke din vegeriyan konê nobedê.