Li Gimgimê çalakiya li dijî Santrala Jeotermal didome 2026-09-07 18:08:29   MÛŞ – Gundê Qasimanê nobeta li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal (JES) a li gundê Xwarikê yê Gimgimê ku di kon de tê meşandin, dewr girt.   Nobet ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve, li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ji aliye şîrketa IGNIS H2 ku navenda wê li DYA’yê  tê xwestin bê çêkirin, li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgim a Mûşê didome. Di roja 127’an a nobetê de, pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" li cihê çalakiyê hate daliqandin.    Di roja 127an a çalakiyê de, gundê Qasimanê nobetêdewr girt. Gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.