Cihê ku dîrok di bin avê de hat hiştin: Heskîf 2026-08-20 09:07:02   Pelşîn Çetinkaya   ÊLIH - Bi projeya ku li Heskîfa 12 hezar salî hate pêkanîn, ne tenê avahiyên dîrokî yên navçeyê hatin wêrankirin, bîranînên jiyanî yên jinan, hevsengiya ekolojîk a Geliyê Dîcleyê û mîrateya çandî ya hevpar a Mezopotamyayê jî hatin tunekirin.   Heskîf a ku xwediyê mîrateya dîrokî ya 12 hezar salî ya Mezopotamyayê ye, tevî hemû nerazîbûn û çalakiyên ji bo parastina ekolojiyê, di çarçoveya projeya Bendava Ilisuyê de ma. Li vî bajarê kevnar ku di sala 1981'ê de wekî herêmeke arkeolojîk hatibû ragihandin, şikeftên serdema Neolîtîk û tevna dîrokî, ji ber makîneyên giran û teqemeniyên ku di dema çêkirina bendavê de hatin bikaranîn, hat wêrankirin. Li gorî raporên Koordînasyona Heskîfê, pêvajoya komkirina avê ku di Tebaxa 2019'an de dest pê kir, 199 cihên niştecîbûnê yên dîrokî ku di nav de navenda dîrokî ya navçeyê jî hebû bi temamî di bin avê de bimînin.   ‘Ligel bendavê, bîra jiyanê jî ji cih û warê xwe bû’   Heskîf wekî navendeke girîng a dîroka mirovahiyê ku bi şikeft, pîrên dîrokî, mizgeft, dêr û şêwaza jiyana li nava zinaran hatiye kolan, tê naskirin ne tenê  windakirina bajarekî ye û wekî sembola wêrankirina ekolojîk, koçberiya bi zorê û jêbirina bîra çandî di bîranînan de cihê xwe girt. Encamên herî giran ketin para jinên ku ji cih û warên xwe yên jiyanê hatin qutkirin, gundiyên ku ji hilberînê hatin dûrxistin û çerxa xwezayî ya bi sedan salan a Geliyê Dîcleyê. Jiyana ku bi sedsalan li peravên Dîcleyê hatibû avakirin, bi saya hilberîna çandiniyê ya jinan, xwedîkirina heywanan, têkiliyên cîrantiyê û çanda devkî ya ku ji nifşekî derbasî nifşekî din dibû. Gava bi sedan malbat ji ber bendavê koçber bûn, qadên hilberînê, bîstan, baxçe û torên piştevaniya civakî yên ku ji aliyê jinan ve hatibûn avakirin jî hatin hilweşandin.   ‘Ne tenê mal di bin avê de man’   Gelek kesên ku ji bo cihwarên nû hatin veguhestin, ne tenê bi zehmetiyên aborî re,  her wiha bi hesteke kûr a windakirinê re jî rûbirû man; hesta qutbûna ji wan cihên ku ew girêdayî wan bûn. Binavbûna Heskîfê ne tenê bandor li jiyana mirovan kir, bandoreke ku vegerandina wê zehmet e li ser ekosîstema Geliyê Dîcleyê jî hişt û ew ekosîstemeke ku di nava hezaran salan de pêk hatibû. Cureyên kêm ên nebatan, jiyana kovî, ekosîstema çem û zeviyên çandiniyê yên bi bereket ziyaneke mezin dîtin. Tevî derbasbûna salan jî, Heskîf hîn dijî ne tenê wekî avahiyên kevirî yên di bin avê de, lê di bîranînên wan mirovên ku neçar man koç bikin de ye. Dema ku niştecîhên herêmê behsa windahiyên xwe dikin dibêjin, "Ne tenê malên me di bin avê de man; zarokatiya me, bîranînên me, gorên me û şêwaza jiyana me jî hatin wêrankirin. "    ‘Avahiyên TOKÎ'yê cihê Heskîfa dîrokî girtin’   Di serdana xwe ya Heskîfê de, em rastî dîmeneke wisa hatin ku ji wê bajarokê gelekî cuda bû; bajaroka ku berê şopên dîrokeke bi hezaran salî li ser  hebûn j ku ji aliyê TOKÎ'yê ve, bi avahiyên betonî yên dubarebûyî tê naskirin ku ji dîrokî û çanda vê paşeroja vê herêmê qut in. Van avahiyên nû Heskîf veguherandine cihwareke ku ji nasnameya xwe hatiye dûrxistin.   'Bajarê ku di bin ava dîcleyê de hatiye bêdengkirin'   Ji bo gihîştina cihê Heskîfa kevin ku niha di bin avê de maye divê mirov ji cihê niştecîbûnê yê nû bi kosterê derbasî aliyê din ê çemê Dîcleyê bibe. Her ku koster pêşve diçe, şopên wî bajarê binavbûyî zêdetir xuya dibin. Lêbelê, dema mirov digihîje peravê din, derdikeve holê ku ji wî cihê niştecîbûnê yê dîrokî ku demekê jiyan tê geş bû, hema bêje tiştek nemaye. Digel ku avahî, kolan û cihên jiyanê yên bi hezaran salî di bin ava Dîcleyê de winda bûne, li ser rûyê avê tenê dîmeneke vala û bêdengî maye. Dîmenê îro yê Heskîfê nîşan dide ku ne tenê bajarek, her wiha bîra çandî ya hevpar û mîrateya komkirî ya Mezopotamyayê jî radestî kûrahiyê hatine kirin.