Şîrketên petrolê bi gilêşê Gabarê qirêj dikin 2026-07-16 13:49:11   ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê ku bi salan e talana xwezayê lê tê kirin, şîrketên petrolê bi gilêşan qadên xwezayî qirêj dikin.   Li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê, di bin navê lêgerîna petrolê bi salan e talana xwezayê berdewam dike. Bi bîrên sondajê avên binerd û sererdê tên qirêjkirin, ji bo qadên petrol û çêkirina rê darên sedsalî tên birîn. Talana ku sal bi sal zêde dibe, niha jî gilêşên ku xebatkarên şîrketê diavêjin xweza tê qirêjkirin.    Li gundê Sîpîvyan ê navçeya Basayê, xebatkarên şîrketa petrolê bi gilêşan derdora kaniyê qirêj kir. Şêniyên gund bertek nîşan dan û xwestin ku berpirisyar bên dîtin û cezakirin.