Gelê Kanîreşê piştgirî da nobeta li dijî JES’an 2026-05-08 22:22:00   MUŞ - Gelê Kanîreşê ku serdana nobeta konê li gundê Xwarik kir, diyar kir ku ew ê li dijî projeya JES’ê dest bi nobetê bikin.   Nobeta ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgim ve li dijî projeya Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) a ku di nav sînorên gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê de tê plankirin û wê bandorek neyînî li ser herî kêm 16 gundan bike, di roja şeşemîn de berdewam kir.   Di roja şeşemîn a nobetê de, gundiyên Qerxabazar û gundên derdorê yên Kanîreşê ku ji JES’ê bi bandor dibin ji bo hevgirtinê serdana nobetê kirin. Di serdanê de hat diyarkirin ku gundên ku ji JES’ê bi bandor bûne wê bi pêşengiya Platforma Ekolojiyê ya Kanîreşê nobeta konê were destpêkirin. Gelê Gimgimê bi şev ê roj di bin kon de nobeta ku digirin didomandin. Serdanên hevgirtinê di roja şeşemîn de bênavber berdewam kirin.