Li Deştê jin li dijî madenê li berxwe didin! 2025-07-27 10:25:39   Rojda Aydin    DÊRSIM - Li gundê Deştê ku tê xwestin maden bê çêkirin, jinan bertek nîşan dan û gotin ew ê tu carî destûrê nedin vê yekê û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê li berxwe bidin û xwedî axa xwe derbikevin.   Li gundê Deştê yê ku girêdayî Dêrsimê ye, hat zanîn ku kar û xebatên madenê yên teknîkî hatine destpêkirin. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên heremê hat girtin, milkên taybet ên gundiyan bi rêya droneyê ve hatiye kêşfkirin û nîşankirin. Hat zanîn ku şîrketê tu agahî nedaye û ev yek bû sedema bertekan.   Hat hînbûn ku deverek mezin ku gundê Deşt jî di nav de ye, wekî deverek madenê hatiye ragihandin û li gorî agahiyên ku ji hêla Komeleya Jîngehê ya Munzurê ve, bi tevahî 150 rûhsatên madenê yên cuda li herêmê hene.   ‘Ne îro û ne jî sibê ez ê destûrê nedim’   Meneş Çetîn a ku bi pankarta “ne maden, em dixwazin bijîn” ve li dijî hewl tê dayin, madena bê çêkirin li berxwe dide û wiha got: “Ez naxwazim li vir maden bê çêkirin. Ez ê destûrê nedim vê yekê. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Têkoşîna me dê berdewam bike. Em naxwazin li gundê me maden bê çêkirin. Ji ber ku zirarê dide xweza, jiyan û zarokên me. Me jehrî dike. Bi çêkirina madenê sewalên me jehrî dibin. Em ê ne îro û ne jî sibê destûrê nedin madenê çêbikin. Me bikûjin jî em ê destûrê nedin. Ger ku maden çêkin dê erdên me û ava me zirarê bibîne. Wê demê em ê nikaribin avê vexwin. Zirarê didin Mûnzûrê. Ger ku maden çêbikin dê jiyana me ya vê derê bi dawî be û em ê nikaribin tiştekî bikin. Ew ji me çi dixwazin?”   ‘Em dixwazin bijîn’   Gulîzar Atasoy a ku li dijî madenê li berxwe dide, destnîşan kir ku ew naxwaze welatê wan bê qirêjkirin û naxwazin kesên dinê jî qirêj û talan bike û wiha pê de çû: “Em dixwazin bijîn. Ev der warê me ye. Em şîrketan li vir naxwazin. Ev der welatê me ye. Gund û xwezaya me ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku ev der cihê jiyana me ye. Ger ku maden bikeve vir em ê nikaribin li vir bijîn. Ji ber ku cihê jiyana me dê nemîne. Av û axa me dê qirêj bibe. Em ne xerîbê van madenan in. Me van li hemû deran dîtiye û em ê tu carî destûrê nedin. Ev şîrket pêşî jî hatin gund. Min pêşiya wan birî û destûr nedam derbas bibin. Min îro jî destûr neda ez ê sibê jî destûr nedim. Min li ser vê yekê agahî da keyayê gund û li hêla Xozatê pêşiya wan girtin. Em ê xwedî li axa xwe derbikevin. Têkoşîna me jinan dê heta dawiyê berdewam bike.”   ‘Heta mirinê ez ê li ser axa xwe bim’   Menekşe Karataş jî da xuyakirin ku ew li ser vê axê hatiye dinyayê û mezin bûye û wiha axivî: “Ev der axa bav û dayika me ye. Em li ser vê axê mezin bûn û ev ax ya me ye. Em ê axa xwe nedin tu kesî. Heta mirinê ez ê li ser axa xwe bim. Zarok û neviyên min jî dê li ser vê axê bin. Ger ku ev ax bikeve gund dê ne sewal, ne mirov û ne jî tu zindî nemîne. Em ê tu carî dev ji axa xwe bernedin. Em li ku derê bin jî em ê vegerin ser axa xwe û xwedî lê derbikevin. Tu kes nikare me ji axa me derbixe. Vê madenê dewlet an jî şîrket ku çêdikin bila dev ji vê yekê berdin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Zarokatiya min li ser vê axê derbas bû, ez çawa dev jê berdim? Ev ax hemû tiştê me ye. Ax hebûn û tunebûna me ye.”   ‘Em naxwazin careke din koçber bin’   Sultan Yeşîl jî bertek nîşanê çêkirina madenê da û ev tişt got: “Em li gundekî din dijiyan. Di 94’an de em koçber bûn. Gundê me wê demê hat valakirin û ji ber vê yekê em hatin vê derê. Piştre li vê derê xebatên madenê hatin destpêkirin. Wê demê kes zêde nizanibû maden ev qas zirar e. Lê niha zanin ku zirara madenê mezin e. Em naxwazin maden bê çêkirin. Em tim li dijî madenê ne. Ger ku axa me ji dest biçe, mirov jî tune dibe, jiyan jî. Em naxwazin ji vir jî koçber bin. Em ê heta mirinê li vê derê bin. Axa me; zarok, jiyan û hemû tiştê me ye. Ji bo vê madena ku dixwazin çêkin ji me re tiştekî negotin. Şîrketan li gund xebat kirine û gundiyan dît. Ew bên jî em ê destûr nedin. Li dijî madenê ez dixwazim hemû gundiyên derdorê jî rabin li ser piyan. Divê hemû gel rabe li ser piyan. Ji ber ku ev maden bandorê li hemû kesan dike. Ez naxwazin axa me jehrî bikin. Em naxwazin xwezaya me tune bikin. Jixwe gelê me koçberî jiyane û zilm dîtine. Em naxwazin dîsa heman tiştê bijîn. Heta ku em bijîn em ê dev ji axa xwe bernedin.”   ‘Ger pêwîst be ez ê bi tenê li berxwe bidim’   Fatma Guler jî got ew ê tu carî dev ji axa xwe bernede û wiha domand: “Ev der gundê me ye. Ez ê destûrê nedim maşîneyek wan jî bikeve gundê me. Ger pêwîst be ez ê bi tenê li berxwe bidim û li hemberê wan bisekinim. Hîn nehatine ji me re tu tiştek negotine. Bên jî em ê destûrê nedin. Em jin xwedî xwezaya xwe derdikevin. Tu gundiyek madenê naxwaze. 79 salî me û ez li vê gund mezin bûm. Ez ê tu carî dev ji axa xwe bernedim. Ji bo menfeata xwe dixwazin madenê çêkin.”