Bi 8’ê Adarê re ber bi Civaka Azad û Demokratîk ve (15) 2026-03-07 09:06:26   Rîhan Loqo: Em ê mafên jinan mayînde bikin   Derya Ren   RIHA - Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo der barê berxwedana jinan a li Rojava didome û 8’ê Adarê de nirxandin kir û got: “Em ê xwedî li xeyal û têkoşîna hevalên şehîd derkevin. Heta serkeftinê. Di sedsala 21’ê sedsala jinê de ji bo mafên jinan mayînde bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rojeke dîrokî ya li dijî her cureyê tundiyê, binpêkirin, şer û serdestiya mêr tê pêşwazîkirin. Ji he rderê cîhanê jin li dijî êrîşên li ser maf û destkeftiyan dadikevin qadan û li Rojava jî 8’ê Adarê yek ji cihê ku berxwedan lê watedar dibe tê pîrozkirin.   Li dijî rejîma Baas di serî de gelê Kurd û hemû gelên Rojava yên azadiyê dixwazin, di 2012’yan de pêvajoya avakirina şoreşê dan destpêkirin. Ev pêvajoya ku wek Şoreşa Jinan a Rojava tê binavkirin, bi pêşengiya jinan pêk hat; YPJ ya ku hêza xweser û xwedî statu û nasnameyê ava kir.   Li Rojava jinan di êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê de dengê xwe bi cîhanê dan bihistin. Piştre bi destkeftiyan meclîsê jinan, komun, qadên perwerde, çandî, dîplomasî, siyasî û tenduristiyê vekirin. Lê têkoşîna jinan bû hedefa êrîşên çeteyên cîhadîst û Tirkiyeyê. Di 6’ê Çile de li dijî taxên Heleb, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîş pêk hatin. Di êrîşan de sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Serî li her rêbazên hovane dan. Lê jinan careke din dengê xwe bi cîhanê dan bihistin.   Di vê beşa dosya xwe de em cih didin nirxandinên Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ya li Rojava xebatên xwe dimeşîne.   Di şoreşên cîhanê de cihê jinê   Rîhan Loqo da zanîn ku şoreşa jinê girêdayê têkoşîna jinê ya bi paşerojê ye û wiha domand: “Ji Rosa Luxemburg heta Sakîne Cansiz û  Denîz Çiya, têkoşîna jinan di serî de li Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn û Cîhanê belav bû. Jinan di her qada jiyanê de li dijî pergala serdest ya mêr serî hildan û berxwedan bilind kirin. Bi vê berxwedana berdewam kir re bi pêşengiya jinan Şoreşa Jinan a Rojava hat avakirin. Bi vê şoreşê de jin bûn xwedî gotin. Ji bo statuya demokratîk bidest bixin têkoşîn meşandin. Jin ne tenê di şoreşê de di pêvajoya avakirina şoreşê de cih girtin. Me ji polîtîkayên li hember jinan yên di şoreşên cîhanê de ders derxistin û Şoreşa Jinan a Rojava ava kir.”   Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’   Rîhan Loqo daxuyakirin ku li Rojava di alî leşkerî, siyasî û jiyanî de ji jinan re qad vebûye û wiha bi lêv kir: “Ji komîteyan heta meclîsan ji  akademiyan heta komunan jin cihê xwe digirin. Şoreşa Rojava bi felsefeya ‘jin jiyan azad’i xwe nîşanê hemû cîhanê da. Vê felsefeyê ligel xwe li cîhanê dan bihistin xwe şên ber jî nîşan da. Ji avabûna şoreşê het aniha êrîşên Tirkiyeyê hebûn.  Di van êrîşan de hevalên me hedef hatin girtin. Hevserokatî hedef hat girtin. Azadiya jinê hedef hat girtin.”   ‘Xwestin tirsê biafirînin’   Rîhan Loqo wiha dirêjî dayê: “HTŞ ya hat şûna rejîma Baas, dixwaze îradeya jinê tune bike û bê nasname bihêle. Xwestin destkeftiyên jinan tune bikin. Hikûmeta nû hat xwest çarşefa reş li jinan bike. Herî dawî me dît li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di êrîşan de bi jinan çi kirin. Sivîl hedef giritn. Wêrekî û fedekariya Denîz Çiya ji bo zîhniyeta paşverû bû bersivek mezin. Ji bo tolê bigirin cenazeya fermandar Denîz Çiya ji paçeyê de avêtin. Keziyê hevalek jin birîn.Bi van pêkanînan xwestin li ser civakê tirsê biafirînin.”   Banga 8’ê Adarê   Rîhan Loqo balkişand ser êrîşên hikûmeta Sûriyeyê ya li ser jinan û wiha dawî lê anî: “Di hikûmeta hatiye avakirin de jin tenê wek teşe hene. Ya tê ferzkirin jî zîhniyeta serdet ya mêr e. Niha ji bo hemû jinan rewşa xetereyê mijara gotinê ye. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê wedî li xeyal û têkoşîna hevalên şehîd derkevin. Heta serkeftinê. Di sedsala 21’ê sedsala jinê de ji bo mafên jinan mayînde bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”