Tecrubeyên heyet û komîsyonan a 2013-2015’an (3) 2025-07-23 09:05:31 Sînorên Komîsyona 2013-2015'an û dûrxistina jinan a ji pêvajoyê    Melek Avci   ENQERE - Gelê Kurd, tevgera jinan û însiyatîfa aştiyê di asta wekheviyê de tevli pêvajoya 2013-2015’an nebûn û ev kêmasiya herî mezin a heyet û komîsyonên hat avakirinê bû. Bendewarî mezin e ku îcar di komîsyona bê avakirin de nûnerî û îradeya jinê bi bandor be.   Di pêvajoya 2013-2015’an de ji bo lingê civakî û parlamentoyê bê meşandin du kom hebûn. Yek Heyeta Aqilmendan û ya duyemîn jî ‘Komîsyona Lêkolînê ya bi armanca Nirxandina Pêvajoya Siyasî û Lêkolînkirina Riyên Aştiyane ya Civakî’ bû.   Komîsyon di 9’ê Gulana 2013’an de hat avakirin û di encama xebata 120 rojî de raporek 450 rûpelî derxist. Bi rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tu têkilî nehat danîn û nûneriya Kurd bi sînor hat hiştin, ji ber vê gotina ‘pirsgirêka kurd’ carekê di raporê de derbas nebû. Piştgiriyek neda çareseriyê. Ji ber vê BDP’ê raporek alternatîf amade kir.   Nêrîna ‘têkoşîna bi terorê re’ jin ji pêvajoyê dûr xist û ji ber pirsgirêka Kurd bi kûrahiya dîrokî nehat tespîtkirin, pirsgirêk afirand. Komîsyon çima bi ser neket, em li vê binêrin.   Ne kirde saziya piştevaniyê   Komîsyon ji roja hat avakirinwek organa piştevaniyê ya sembolîk ma. Ji biryar û xebatan wêdetir di asta pêşniyaran de bû. Vê rewşê komîsyon qels kir. Komîsyonê tenê lêkolîn û pêşniyar dikarîbû bike. Tu pêşniyara wan jî ne esas bû.   Biryarên yekalî   Hemû endamên komîsyonê ji parlamenterên AKP’ê pêk dihatin. CHP-MHP’ê nexwest di pêvajoyê de hebe û endam neda. BDP jî tenê bi yek endamî hat temsîlkirin. Ji ber vê xebat û biryarên yek alî hebûn. Endamên BDP’ê dem bi dem diyar kirin ku cidiyeta xebatên komîsyonê qels in.   Ne çalak bû   Komîsyon tevli hevdîtinên navbera PKK û dewletê nehatin kirin. Yanî ji derveyê têkiliyên bi gelê Kurd, Abdullah Ocalan, Qendîl û BDP’ê man. Hinek aliyan digotin komîsyon ne çalak e.   Rapor hat amadekirin lê pêk nehat   Rapora encamê ya derket holê bandor li ser polîtîkayan nekir. Rapora 450 rûpelî ya di dawiya 2013’an de hat amadekirin, heta 2015’an wek belgeyek polîtîk nehat qebûlkirin û bêyî pêk bê hat rakirin.   Di raporê de ji bo kesên dest têkoşîna çekdarî berdane an jî ji pêvajoya pevçûnê bi bandor bûne dîsa bi civakê bên qezenckirin hinek pêşniyarên şênber cih girtin. Lê mixabin ji vîzyonek polîtîk bêpar ma. Bi taybet îfadeyên wek ‘Divê poşmaniya kesên ji çiyê hatine esas bê girtin’ cih girtin.   Nûneriya jinê   Di komîsyona ku îro bê avakirinê de kirdebûna jinê û di asta nûneriya wekhev de di komîsyonê de temsîlkirin gelek girîng e. Bi taybet di komîsyona 2013’an de ji AKP’ê tenê cih dan jinekê û vê jinê jî di komîsyonê de katîbî kir. Komîsyonê li 43 kesî guhdar kirin lê di nav de yek nûnerek jin a Kurd tunebû. Piranî akademîsyen û pispor mêr bûn.   Raporê çi negot?   Di raporê de bandora şer a li ser jinan û rola tevgera azadiya jinan di pêvajoya çareseriyê de nehat destgirtin. Ev jî ji aliyê jinan ve wek kêmasiyekê hat rexnekirin. Di pêvajoya vegerê de pirsgirêkên xweser ên jinên gerîla û zextên baviksalarî hesab nekirin.   Bandora tevgera jinan a di komîsyonê de tunebû   TJA (Tevgera Jinên Azad), KJA (Kongreya Jinên Azad), Dayikên Aştiyê, însiyatîfên sivîl ên jinan wek çavdêr jî negirtin pêvajoyê û daxwazên polîtîk ên tevgera jinên Kurd, nêrînên aştiyê yên femînîst, pêşniyarên konfederalîzma jinê di raporê de cih girtine. Jin bi her awayî ji pêvajoyê dûr xistin.   Pêvajoya 2013-2015’an bi nûneriya mêran hat sînorkirin. TJA, KJA ne wek kirde wek aliyên ku piştgiriyê didin pêvajoyê hatin dîtin.   Di heyeta Aqilmendan a 63 kesî de hejmara jinan tenê 11 bû. Ji Tevgera Azadiya Jinên Kurd kes tunebû.   Parlamenterên jin ên DBP’ê Pervîn Bûldan, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak di asta şexsî de çalak bûn lê wek tevgera jinan TJA û KJA nekirin parçeyek pêvajoyê. Piştî Tayyîp Erdogan got ‘ez mutabakata Dolmabahçeyê nas naikm’, jinan gotin ‘mêr biryara aştiyê didin, jin bedela mezin didin’ û bi awayekî tund rexne kirin. TJA û KJA’yê gotin ‘maseya çareseriyê bê jin nabe’ û dûrxistina jinan bi awayekî cidî rexne kirin. Nebûna îradeya jinê mase bi hêsanî hilweşand. Ji ber maseya çareseriyê bê jin ma aştî jî mayînde nebû. Ev qelsî ne qelsiyek teknîkî bû, tevgera jinan bi zanebûn ji aliyê dewletê ve hat dûrxistin.   Ji paşerojê ders   Cihnegirtina jinên Kurd, tevgera jinan, însiyatîfa aştiyê ya di asta wekheviyê de a komîsyon û heyetan kêmasiyek mezin bû. Ji ber her partî nehat temsîkirin, jin hatin dûrxistin bû sedema yekalîbûnê. Komîsyona ku vê carê bê avakirin bi taybet di alî îrade û nûneriya jinê de wê bandorek girîng li pêvajoyê bike.  Wê baweriya bi pêvajoyê hîn bêtir xurt bike.