8'emîn Mîhrîcana Şanoya Jinan dest pê kir 2026-10-01 13:32:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Di rûniştinek çalakiyên 8’emîn Mîhrîcana Neteweyî ya Berhemên Şanoya Jinan de, beşdaran bal kişandin ser ronîkirina ezmûnên jinan û piştgiriya jinên afirîner û xwediyên projeyan ên di qada şanoya Cezayîrê de.   Şanoya jinan li Cezayîrê bi rêya hewildanên hunerî yên ku hewl didin beşdariyên jinan di warên cûrbecûr ên xebata şanoyê de ji lîstikvanî û nivîsandinê bigre heya derhênerî û hilberînê ronî bikin, hebûna xwe di nav dîmena çandî de xurt dike.   Bajarê Anaba ji 30'ê Îlonê heta 5'ê Cotmehê, ji bo 8'emîn Mîhrîcana Neteweyî ya Hilberîna Şanoya Jinan, mazûvaniya komeke bijarte ya aktrîst, nivîskarên şanoyê û kesayetên afirîner ên Cezayîrî dike. Mîhrîcana îsal bi mijara "Horizons", bernameyek pêşkêş dike ku rêze performansên şanoyê, nîqaşên rewşenbîrî, atolyeyên perwerdê û çalakiyên çandî û hunerî dihewîne.   Merasîma destpêkirinê tenê bi bûyerên fermî ve sînordar nebû. Çalakiyên wê li çend deverên vekirî yên Anabayê jî berdewam kirin. Meydana kevin a bi navê "Place d'Armes", an Meydana 19'ê Tebaxa 1956'an, mazûvaniya performansên cûrbecûr ên  hunerî kir. Di nav de pêşandanên breakdance ku ji hêla komek herêmî ve û piştre jî performansên şanoya kolanan ku rê da têkiliya rasterast a di navbera hunermend û temaşevanan de, hene.   Bernameya destpêkirinê her wiha pêşangehek ji cilên şanoyê yên jinên berê jî dihewîne. Ev pêşangeh, bi hevrêziya Şanoya Neteweyî ya Cezayîrê hatiye organîzekirin. Bi rêya vê pêşangehê, mîhrîcanê beşek ji dîroka şanoyê ya Cezayîrê û ezmûnên nifşên berê yên hunermendên jin vejand, taybetmendiyên bêhempa yên cilên şanoyê bi mîrata sehneya Cezayîrê re kir yek.   Her wiha di merasîma vekirinê de hejmarek ji hunermend û berpirsên qada çandî ku di nav wan de Rêvebera Çand û Hunerê ya Eyaleta Anaba Salîha Barqûq û kordînator û hunermenda şanoyê Fatên Qesar hene, amade bûn. Hunermenda rêzdar Aida Qesûd jî di wêneyekî ku berdewamiya nifşan di nav qada hunerî û şanoyê ya Cezayîrê de nîşan dide de, amade bû.