Li Sûdanê 8 milyon zarok ji perwerdeyê bê par in 2026-08-30 14:05:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Di nav hişyariyên bandorên demdirêj zêdeyî 8 milyon zarok li Sûdanê ji dibistanê bêpar in.   Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li ser bandora zêde ya pevçûna li Sûdanê li ser qada perwerdehiyê hişyarî da. Fonê destnîşan kir ku pevçûnê zêdetirî 8 milyon zarok ji dibistanê dûr xistiye, mafê wan ê bingehîn ê perwerdehiyê tehdît kiriye û pêşeroja tevahiya nifşekî kiriye xetereyek cidî.   Berdevka UNICEF'ê li Sûdanê Mîra Nasêr got ku berdewamiya astengkirina perwerdehiyê, bi milyonan zarokan ji hawîrdora fêrbûnê ya ku ew hewce ne, bêpar dike. Mîra da zanîn ku derfetên wan ên bidestxistina jêhatiyên ku dê ji wan re bibin alîkar, kêm dike.   ‘Divê krîza perwerdehiyê bê çareserkirin’   Mîra Nasêr tekez kir ku çareserkirina krîza perwerdehiyê li Sûdanê divê tavilê dest pê bike, bêyî ku li benda bidawîbûna pevçûnê be. Mîra banga vekirina dibistanan li deverên ku şert û mercên ewlehiyê destûrê didin, kir.   ‘Perwerdehiya alternatîf dibe riyek ji bo hînbûna zarokan’   Li deverên ku şert û mercên ewlehiyê hê jî rê li ber xwendina birêkûpêk digirin, an jî li deverên ku dibistan kapasîteya wan tune ku xwendekaran bicih bikin, krîzê kûr dike. Mîra Nasêr da zanîn ku perwerdehiya alternatîf dikare bibe rêyek girîng ji bo ku zarok di fêrbûnê de beşdar bimînin.   ‘Perwerdehiya zarokan pêdîviyek e ne vebijarkek’   UNICEF’ê tekez kir ku berdewamiya pevçûnê divê neyê wateya rawestandina mafê perwerdehiyê yê zarokan. UNICEF’ê da zanîn ku çalakiya lezgîn ji bo peydakirina derfetên perwerdehiyê yên bi ewle niha pêdivîyek e, ne vebijarkek e ku heya piştî bidawîbûna pevçûnê were paşxistin.   'Entegrekirina zarokan gavek girîng e'   UNICEF bawer dike ku ji nû ve entegrekirina zarokan di pêvajoya perwerdehiyê de gavek girîng e ji bo parastina pêşeroja wan û kêmkirina encamên demdirêj ên ku pevçûn dikare li ser civaka Sûdanê bike.