Li Brezîlyayê di 6 mehan de 741 jin hatin qetilkirin 2026-07-27 19:31:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên fermî yên Brezîlyayê, di 6 mehên ewil ên sala 2026’an de 741 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.   Hat ragihandin ku li Brezîlyayê di navbera 1’ê Çile û 30’ê Hezîrana 2026’an de 741 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Ev tê wateyê ku her roj bi navînî 4 jin hatine qetilkirin.   Rojane 4 jin hatine qetilkirin   Li gorî encamên lêkolîna Çavdêriya Neteweyî ya Tundiya li Dijî Jinan a ji aliyê Wezareta Edalet, Ewlekariya Giştî ya Brezîlyayê û Wezareta Jinan ve hatiye amadekirin, di heman heyama sala 2025’an de 760 jin hatibûn qetlîamkirin (an hatibûn qetilkirin). Her çend qetlîama jinan li gorî sala borî ji sedî 2,5 kêm bûye jî, di heyama 6 mehan de rojane bi navînî 4 jin hatine qetilkirin.   Qetlîamên jinan li herêma Bakur ji sedî 20 û li Bakur-rojhilatê jî bi rêjeya sedî 19,9 kêm bûn. Li herêma Navend-Rojava ji sedî 19, li Başûr ji sedî 19,2 û li Başûr-Rojhilat jî ji sedî 2,6 zêde bûn. Li eyaletên Goiás, Santa Catarina, Paraná, Sergipe, Amazonas, São Paulo, Amapá, Rio Grande do Sul û Rio Grande do Norte qetlîamên jinan zêde bûn. Zêdebûna herî bilind bi rêjeya ji sedî 113,6 li Goiásê hat tomarkirin. Qetlîamên jinan li Sergipe ji sedî 71,4 û li Amazonasê jî ji sedî 66,7 zêde bûye.   Di sala 2025'an de hezar û 571 jin hatin qetilkirin   Li Brezîlyayê tenê di sala 2025’an de hezar û 571 jin hatin qetilkirin û 4 hezar û 189 jin jî rastî hewldana qetilkirinê hatin. Li gorî raporan, piraniya qurbaniyan ji jinên ciwan û reşikan pêk tê. Hate diyarkirin ku nêzî ji sedî 80’ê kiryaran, mêrên ku bi jinan re zewicî bûn an jî ji wan cûda bûne/qetiyane pêk tê.