Li Afganîstanê 5 jin hatin binçavkirin 2026-07-06 11:58:17   NAVENDA NÛÇEYAN -  Talîban bi îdiaya "Li gorî quralên nixumandinê tevnegeriyane" li Heratê 5 jin binçav kir.   Ev demeke zextên Talîbanê li gelemperiya Afganistanê li ser jinan derketiye asta herî jor. Bi taybetî li bajarê Heratê ku ji ber kiryarên hov ên Talîbanê bi nerazîbûna jin û civakê di rojevê de ye, ev zext derketine asta jor.   Talîban li deverên cûda yên bajarê Heratê bi hinceta "Li gorî quralên nixumandinê tevnegeriyane" 5 jin binçav kir. Li gorî şahidan, hêzên girêdayî Wezareta Fermankirina Qencî û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê tevî ku ew jin qûralên nixumandinê pêkanînbûn hatine binçavkirin. Li gorî îfadeyên şahidan jinên hatine binçavkirin çaketên dirêj, çarçefên nimêjê û maske li xwe kiribûn. Lêbelê, ev yek ji bo binçavkirina wan nebûye asteng.   Derbarê aqûbeta jinên hatine binçavkirin û li kuderê tê ragirtin de hê agahiyek nehatiye parvekirin. Talîbanê jî hîn derbarê vê mijarê de daxuyaniyek nedaye.