Talîbanê li Heratê êrîşî çalakiya bi dirûşam 'Jin Jiyan Azadî' kîr 2026-06-13 13:05:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Heratê, di 11’ê Hezîranê de, hin welatî li ber avahiya walîtiyê kom bûn da ku girtina jin û keçan ji aliyê Talîbanê ve protesto bikin. Li gorî çavkaniyên herêmî, xwepêşanderan dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" qîr kirin.   Li Heratê, ji ber zêdebûna girtina jin û keçan, hin welatiyan li ber parêzgeha Talîbanê xwepêşandanek li dar xistin û dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" qîr kirin. Lê belê, mîna gelek çalakiyên sivîl li Afganistanê, ev xwepêşandan bi destwerdana tund a hêzên Talîbanê re rû bi rû ma.   Avakirina tirsê   Çavkaniyên herêmî ragihandin ku xwepêşandan di derdora saet 4’ê êvarê dest pê kir û nêzîkî 30 kes beşdar bûn. Xwepêşanderan hewl didan ku dengê xwe bigihînin rayedaran derbarê girtina jinên ku ji aliyê Talîbanê ve hatine hedefgirtin; lêbelê, hêzên Talîbanê bi gulebarankirina hewayê û afirandina atmosferek tirsê xwepêşandan belav kirin.   Ev bûyer di demekê de tê ku jinên li Afganistanê ji mafê xwe yê perwerdehiyê bêpar dimînin û polîtîkayên sînordar ên Talîbanê berfireh dibin.   Ji bo xwepêşandanan bikaranîna hêza çekdarî   Li gorî şahidên bûyerê, Talîbanê çend demjimêr berî destpêkirina xwepêşandanan hêz û alavên leşkerî li deverên cuda yên Heratê bi cih kirin. Ev tevger bi bangên ji bo xwepêşandanên li dijî girtina jinan re hevdem bû, ku nîgeraniya Talîbanê li ser belavbûna xwepêşandanan nîşan dide.   Şahid diyar kirin ku hebûna çekdar a giran li bajêr atmosferek ewlehiyê ya giran afirand, û xwepêşander ji destpêkê ve bi gef û zextê re rû bi rû man.   Deriyên dibistanan ji bo bi mîlyonan keçên Afganî hatine girtin   Her ku tepeserkirina xwepêşandanên jinan berdewam dike, Afganistan tenê welatê cîhanê ye ku keçan ji perwerdehiya navîn û bilind bêpar dihêle. Nêzîkî hezar û 800 roj derbas bûne ji dema ku deriyên dibistanan ji bo bi mîlyonan keçên Afganî hatine girtin. Vê rewşê bandor li pêşeroja nifşekî kiriye û ji hêla rêxistinên navneteweyî ve gelek caran hatiye rexnekirin.   Di vê serdemê de, Talîbanê ne tenê mafê keçan ji perwerdehiyê bêpar hiştin; wan di zanîngehan, saziyên hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl, çalakiyên civakî û heta di jiyana wan a rojane de jî sînordarkirinên berfireh li ser jinan ferz kirin. Gelek çavdêr van polîtîkayan wekî mînakek eşkere ya cudakariya sîstemîk û dûrxistina jinan ji qada giştî dibînin.   Li Afganîstanê zexta li ser jin û keçan zêdetir dibe   Bi zêdebûna girtina jinan li bajarên cuda yên Afganistanê re, fikarên ku zexta li ser jin û keçan dê zêdetir bibe zêde dibin. Çalakvanên civaka sivîl hişyar dikin ku girtinên keyfî yên berdewam, tepeserkirina xwepêşandanan û înkarkirina demdirêj a mafên bingehîn ên jinan Afganistanê ber bi binpêkirinên mafên mirovan ên din ve dibe.   Tevî hemû gef û zextan, xwepêşandanên belavbûyî yên li Herat û bajarên din nîşan didin ku beşek ji civaka Afganistanê li hember polîtîkayên sînordarker ên Talîbanê bêdeng nemaye û daxwaza vegerandina mafên bingehîn ên jin û keçan dike.