Li Awusturyayê pêvajoya avakirina dema nû hat destpêkirin 2026-04-13 18:03:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Viyanayê di civîneke berfireh de, avakirina civaka demokratîk û modela rêxistinbûna dema nû hatin nîqaşkirin. Di dawiya civînê de koordînasyona avakirina welat hate hilbijartin û xebat bi fermî hatin destpêkirin.   Nûnerên ji hemû herêmên Awusturyayê û hevserok beşdarî civîna li Viyanayê bûn. Civîna ku pêkhateyên ji seranserî welat tê de cih girtin, armanc kir ku çarçoveya xebatên dema nû diyar bike. Di civînê de, li ser “manifestoya siyaseta demokratîk” nirxandinên berfireh hatin kirin.   Hat diyarkirin ku eleqe û kelecana beşdaran a ji bo vê çarçoveyê di asteke bilind de ye. Li ser rola komûnan ku wekî kevirê bingehîn ê civaka demokratîk têne dîtin û awayê avakirina wan nîqaşên berfireh hatin meşandin. Hat destnîşankirin ku divê xebatên dema nû bi têgihiştineke wisa werin meşandin ku hemû beşên civakê bihewîne.   Her wiha, di mijara avakirina binesaziyeke ku li gorî pergala eyaletan û qanûnên Awusturyayê be, lihevkirin pêk hat. Di civîna ku bi beşdariya 45 xebatkarên meclîsan ên ji herêmên cuda pêk hat de, piştî nîqaşên dijwar biryar hate girtin ku bi motîvasyoneke xurt girt gava serdema nû werin avêtin.   Beşdaran, ji bo bersivdayîna banga civaka demokratîk biryardariya xwe nîşan dan. Di dawiya civînê de bi liberçavgirtina prensîba temsîliyeta wekhev, koordînasyona avakirina welat hate diyarkirin. Endamên koordînasyonê yên hatine hilbijartin civîna xwe ya yekem pêk anîn, bernameyên perwerdehiyê plankirin û biryar girtin ku ji bo şêwazê rêxistinbûnê li gorî qanûnên Awusturyayê be, lêkolînan bikin.   Bi avakirina vê koordînasyona nû re, li Awusturyayê pêvajoya avakirinê bi fermî dest pê kir. Wekî qonaxa din a vê pêvajoyê, tê armanc kirin ku heta meha mijdarê kongreya welat were lidarxistin.