14 roj in şer didome 2026-03-13 11:43:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Bîlançoya şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê aloziyên heyî hêj girantir dike. Ji ber şer gelek herêm zirareke mezin dîtin, aloziyên civakî û aborî hêj girantir bûn.   Her ku ku diçe bandora şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li Rojhilata Navîn girantir dibe. Hat destnîşankirin ku rewşa ewlehiya Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Îran û Îsraîlê herwiha Kendava Hurmuzê û welatên li dor Kendavê ji ber şerê dirêj dibe alozî û gengeşî zêde dibe.   Bîlançoya êrişên ku 28'ê Sibatê dest pê kirin, her roj giran dibe. Windahiya herî giran a mirovan li Îranê rû dide.    Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku Îsraîl û DYE'yê di nava 24 saetên dawî de li 15 wîlayetan herî kêm 312 caran êriş birin ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê.   Hate ragihandin ku êriş li dijî 35 baregehên leşkerî, baregehên Muxafizên Şoreşê, navendên hêza Basîj, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, bîrên petrolê û navendên enerjiya nukleerê yên Îranê hatin kirin.   HRANA'yê diyar kir ku di êrişên 24 saetên dawî de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 91 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniyê, beşeke mezin a êrişan li bajarên Tehran, Sine, Îsfahan û Elbûrzê hate kirin.   Di raporê de her wiha hate gotin, ji destpêka şer û vir ve 1286 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin kuştin ku 205 ji wan zarok bûn.   Dirêjbûna şer aloziya li herêmê jî zêde dike. Ji ber şer hilberîna petrolê kêm bû, bihayên petforlê jî hilfiriya. Amerîkayê îstîsnayeke demkî îlan kir ku heya 30 rojan dê amborgoyên stendina petrolê ya li ser Rûsyayê rakir. Tê payîn ku dê tevdîrên bi vî awayî yên Amerîkayê pêşî li bihabûna petrolê nagire.