3'yemîn Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Peyasê dest pê kir 2026-10-23 12:48:17   AMED - Li Amedê 3'yemîn Mihrîcana Çandê û Parvekirina Keda Jinan a Şaredariya Peyasê dest pê kir û mihrîcan dê heta roja yekşemê bidome.   3'yemîn Mihrîcana Çand û Parvekirina Keda Jinan a Şaredariya Peyasê li Park 75'ê ya navçeyê bi pêşengtiya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê bi dirûşmeya “Bi ked û çanda xwe, piştgiriya xwe mezin dikin” dest pê kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, hevşaredarên Peyasê û gelek kes tev li vekirina mihrîcanê bûn.   Di mihrîcanê de gelek şaredariyên navçeyên Amedê, saziyên jinan û jinên kedkar stand vekirin. Jinên Amedê bi coşek mezin tev li mihrîcanê bûn. Hevşaredara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar di vekirina mihrîcanê de axivî û diyar kir ku ew ê dê bêtir li ser keda jinê bisekînin û ji bo vê yekê xêr hatin û spasiya hemû jinên ku tev li mihrîcanê bûne kir.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî di vekirinê de axivî û destnîşan kir ku divê ev xebat bêtir bên çêkirin û ew dê hertim li cem ked û xebata jinan bin.