Ji Şaredariya Amedê qursên pirzimanî 2026-09-02 12:10:05   AMED - Li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kursên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Ermenkî û Suryankî dide destpêkirin. Serlêdanên qursên dê heta 14ê Îlonê bidomin.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi destpêkirina dema nû ya perwerdehiyê qeydên qursên ziman dan destpêkirin. Di bin banê şaredariyê de dê qursên ziman yên zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî, Ermenkî û Suryankî werin dayîn.   Asta qursan hat diyarkirin   Di çarçoveya bernameyê de dersên Kurmancî û Kirmanckî dê di asta A1, A2 û B1 de werin dayîn. Perwerdeya Ermenkî jî dê di asta A1, A2 û B1 de pêk bê. Dersên Soranî û Suryanî jî dê di asta A1'ê de, anku di asta destpêkê de were dayîn.   Serlêdan dê heta 14'ê Îlonê bidomin   Serlêdanên kursên ziman dê di navbera 1-1'4ê Îlona 2026'an de li ser platforma DİSMEK'ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê werin kirin. Lînka malperê wiha ye: dismek.diyarbakir.bel.tr de werin kirin.