Klîbeke ku her kes çîrokek xwe tê de dibîne! 2026-04-13 09:03:23   Elfazî Toral   STENBOL - Gulê Kaya ku hûnerê wek ‘veguhestina bîrê’ pênase dike da zanîn ku klîba ewil a berhema wê ya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi kedek kolektîf derketiye holê û her kes dikare çîrokek xwe tê de bibîne.   Hunermend Gulê Kaya bi berheman xwe ya ‘Jin Jiyan Azadî’ yekemîn klîba xwe kişand. Gulê Kaya der barê xebat û hunera xwe de axivî.   Gulê Kaya da zanîn ku dema hunera xwe dike ji Dayikên Aştiyê û jinên di têkoşînê de jiyan axwe ji dest dane îlhamê digire û wiha got:  “20 sal berê min di qada hunerê de dest bi hunerê kir. Lê ji ber şertan min navber dayê. Di 2015’an de min dîsa dest pê kir. Min ji dayikên aştiyê û jinên di têkoşîn azadiyê de jiyana xwe ji dest dan îlham girt. Nûnerên herî xurt ên vê felsefê dayik bûn. Ew bûn çavkaniya îlhama min. Min bi hêza ji wir girt dest bi stran û gotinên stranên xwe kir.”   Tecrubeya bi demê re hat bidestxistin   Gulê Kaya bi lêv kir ku di nava demê de bi tecrubeya hunerê ya bi dest xistiye di nokteya muzîkarê de xwe xurt kiriye û ji nû ve revîze kiriye û wiha anî ziman: “Bi demê re min hem di alî felsefî hem di alî hunerê de tecrube qezenc kir û min stran di nokteya muzîkar de xurt kir û ji nûve revîze kir. Min motîvasyona stranê ji dayikan, Dayikên Aştiyê digirt.”   Bandora hunerê ya li ser civakê   Gulê Kaya balkişand ser rola hûnerê ya li ser civakê û daxuyakirin ku ew di şopa mîrateya Meryem Xan û Eyşe Şanê de meşiyaye û wiha got: “Huner qadeke berxwedanê ye. Çand li dijî erozyonê mîsyonekê hildigire. Çavkaniya herî mezin a rihê hunerê xwedî dike têkoşîna em dimeşîne ne. Ji ber vê jî ya rê dide ber me jin û dayik in. Bêguman ez îlhama xwe ji wan digirim. Min bi hunerê têkoşîna xwe xurt kir û li dijî modela yek tîp a pergalê bi alternatîfa xwe, xwe pêş xist.   Çîrok cuda bin jî…     Gulê Kaya got di xeta klîba xwe ya ewil de tevî hemû zehmetiyan bi roleke kolektîf tevgeriyaye û der barê naveroka klîbê de jî wiha bi lêv kir: “Girseya ez dixwazim xwe bigihînimê bêguman jin û zarok in. Ez bi hêza hilberîna perspektîfa komunal, ji piştevanî û hilberînê bawer dikim. Ez dixwazim xwe bigihînim jinan, ji ber min di strana xwe ya sêyemîn de cih dabû vê. Gotinek min ya ‘çîrok cuda bin jî êşa me wekhev e’ hebû. Ji ber vê her gotin her nivîs û hevok çîroka xwe ji bedelên tên dayîn digire. Çand û huner ji siyasetê hîn xurtir in. Li cîhanê jî ev wisa ye. Bi stranekê mirov dikarin mîlyonan rêxistin bikin.”   Girîngiya xebata kolektîf   Gulê Kaya di dawiya axfatina xwe de wiha got: “Vê pêvajoyê di alî şexsî û nokteya perspektîfê de nasnameyek din da qezenckirin. Ez ji bo hemû kesên piştgiriya ji bo klîbê kirine spasiyê xwe dikim. Ew tunebûna ez ewqas xurt nedibûm. Di klîbê de min xwest hemû pirsgirêkên ku jin dijîn, bêyî ku ajîte bikim, vebêjim. Klîbeke ku her kes çîrokek xwe tê de dibîne ye.”