Ji nifşê nû mîrateya çandî: Ma Musîc 9 saliye 2026-03-02 09:06:41   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Ma Musîc ku li dijî polîtîkayên qeyûm qada xwe afirand, 9 sal e zarokan bi ziman û çanda Kurdî re tîne gel hev.   Li Amedê piştî ku bi hatina qeyûman re saziyên çandê hatin girtin, hunrmendên Kurd israra di muzîka bi zimanê dayikê de domandin û akademiya xwe avakirin. Konservatuara Aram Tîgran ya di 2010’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat avakirin, di 2016’an de di meha mijdarê de bi tayînkirina qeyûm hat girtin. Piştî girtina saziyê gelek hunermendên Kurd jî betal man, bi sedan xwendekar bê perwerda man.   Piştî girtina konservatuarê hunermendan xebatên xwe demekê di bin banê Mala Dengbêjan de meşand. Lê piştre di 4’ê Adara 2017’an de Akademiya Ma Musîc ava kirin.  Li dijî girtina akademiyê xebatên çandî hatin mezinkirin.   Bi hezaran xwendekar bi zimanê dayikê perwerde muzîkê girt   Di 9 salan de di bin banê akademiyê de Jin Ma, Zarok Ma, Orkestraya Ma û Orkestraya Rîtma Xwezayî hat avakirin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran zarok û ciwanî bi Kurdî perwerdehiya muzîkê girt. Li akademiyê di qada keman, erbane, piyano, kemençe, santur, baglama, dengbêjî û gelek qadî de perwerde tê dayîn.   26 mamoste dixebitin   Ligel mamosteyên dildar, di bin banê akademiyê de 26 mamoste dixebitin û ji van 22 heb wek xwendekar destpêkiribûn û piştre bi mamostetiyê  berdewam kirin. Akademiyê bi hêza xwe ya xwesetr modeleke ku mezin dibe afirand.   Xebatkara Ma Musîcê, Sarya Ertaş der barê 9’emîn salvegera akademiyê de axivî.   ‘Em bi nêzî 35 hezar zarokî re hatin gel hev’   Sarya Ertaş da zanîn ku li dijî polîtîkayên qeyûm berxwedan mezin kirine û got: “Di 2016’an de qeyûm tayînê şaredariyên me bûn. Me nexwest em di bin banê wan de bixebitin. Me xwest em qada xwe biafirînin û me di 2017’an de Ma Musîc ava kir.Ji bo em faliyetên xwe yên çandî bimeşînin me di nava tunebûnê de cihek ava kir. Vê çarçoveyê me hem şaxa zarokan hem jî ya giştî ava kir. Niha 5 saziyên me xebatên xwe dimeşînin. Me gelek zehmetî kişandin. Me bi hêviyek mezin xebatên xwe heta îro anîn. Em ketin sala 9’emîn. Em ê bi hev re pîroz bikin. Xebatên me bê navber dimeşin. Di vê pêvajoyê de em bi nêzî 35 hezar zarokî re hatin gel hev. Em di bin bana saziyên xwe de çûn gund. Em bi zarokên wir re hatin gel hev.”   Ma Musîc 9 salî ye   Sarya Ertaş wiha dawî lê anî: “Em xebatên xwe bi çand û zimanê xwe dimeşînin. Me zehmetî kişandin. Lê malbatan piştgirî dan me. Em hatin vê astê. Malbatan dixwestin zarokên wan stranên bi zimanê xwe bêjin.  Me jî xebatên xwe bê navber meşandin. Me qurs dan. Em hêvî dikin ku ji bo nifşê pêşerojê em bibin rêber.Daxwaza me ev e ku sazî û malbat xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.”