Li Sûrê rêwîtiya bîra civakî 2025-05-05 10:48:56       AMED -  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komîsyona Bîra Amedê li Sûrê ji bo Projeya Rêwîtiya Bîra Civakî û Mekanî çalakiyek li dar xist.   Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, bi Komîsyona Bîra Amedê re di çarçoveya Projeya Rêwîtiya Bîra Civakî û Mekanî ya Sûrê de çalakiyek organîze kir. Ciwanên di navbera 18-35 salî de beşdarî çalakiyê bûn ku li Muzeya Bajêr a di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de, li Koşka dîrokî ya Cemîl Paşa hat lidarxistin.   Armanc vejandina bîrê ye   Di çarçoveya projeya ku di pêşerojê de zarok jî dê tevlî bibin, armanc ew e ku bîra der barê mîrateya dîrokî û çandî ya bajêr de ji nû ve were vejandin.   Bi projeyê tê xwestin ku bi naskirina ji nêz ve ya nirxên çandî yên ku damara bajêr pêk tînin, pêşî li biyanîbûna nirxên çandî were girtin.   Dê derkevin rêwîtiya bîrê   Bi projeyê re ciwan û zarokên ku perwerdeya teorîk û parvekirina ezmûnan temam kirin, dê tevlî rêwîtiya bîrê bibin li ser hebûna civakî, mekanî, dîrokî û çandî ya 20 cihên bîrê yên ku li navçeya Sûrê hatine diyarkirin. Ciwan û zarokên ku xebatên xwe temam bikin, dê ji vê bernameyê mezûn bibin.   ‘Dema ziman tê jibîrkirin, bîra dîrokî jî kêm dibe û winda dibe’   Seroka Daîreya Karên Çandî û Civakî Zeynep Yaş a ku beşdarî çalakiyê bû û pêşkêşî kir, diyar kir ku dîtina ciwanan di çalakiyên bi vî rengî yên çandî de wê hêvîdar û kêfxweş dike. Yaş wiha axivî: “Bi rastî ez serbilind bûm. Hê jî ew qas ciwanên bajêr bi rabirdûya xwe, bi bîra xwe, karê wan, pîşeya wan çi dibe bila bibe, lê aliyekî wê bi eslê xwe bi rabirdûya xwe re têkiliyek daniye û ji bo afirandina bîreke çêtir di nav hewldaneke wiha de ne, ji ber vê yekê ez bi taybetî pir kêfxweş bûm.”   Paşê  Zeynep Yaş axaftina xwe bi Kurdî domand û wiha diyar kir ku çima wê xwestiye bi Kurdî biaxive: “Çawa ku rabirdûya me ya dîrokî xwedî girîngiyeke mezin e, divê em vê rabirdûya dîrokî bi zimanê xwe yê dayikê jî bizanibin û nas bikin. Ji ber ku di jiyanê de bîra herî mezin ziman e. Dema ziman tê jibîrkirin, bîra dîrokî jî kêm dibe û winda dibe.”