Li kantona Cizîrê saetên qedexeya derketina derve hatin dirêjkirin 2026-01-26 21:37:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê, li ser bingeha parastina ewlehiya giştî û aramiyê, saetên qedexeya derketina derve li tevahî bajar û bajarokên kantonê dirêj kirin.   Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê biryarnanemya dirêjkirina saetên qedexeya derketina derve li tevahî bajarên kantonê da.   Di biryarnameyê de ev agahî hatin parvekirin: "Li ser bingeha pêdiviyên berjewendiya giştî û li gorî talîmatên ku di biryarnameya bi hejmar /1/ a berê de hatine destnîşankirin û bi berçavgirtina çalakiyên zêde yên şaneyên terorîst ên DAIŞˊê û ji bo parastina ewlehî û aramiyê li kantona Cizîrê, Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê saetên qedexeya derketina derve li hemû bajar û bajarokên kantonê dirêj kirin.   Ev biryar hatine girtin;   *Demjimêrên qedexeya derketina derve li hemû bajar û bajarokên Kantona Cizîrê dê ji saet 6:00ˊan êvarê heta 8:00ˊan sibehê were dirêjkirin.   *Di saetên qedexeya derketina derve de tenê tevgerîn ji bo hêzên leşkerî û ewlehiyê ye.   *Desteya Hundirîn ji hevmelatiyan dixwaze ku ji bo parastina ewlehî û aramiyê pabendî biryarên hatine dayîn bibin.   Ev biryarname ji roja weşandina wê heta agahdariyeke din derbasdar e."