Ji Amerîkaya Latînî piştgirî: Em rê nadin jenosîdeke nû 2026-01-26 19:11:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Amerîkaya Latînî peyamên piştevaniyê yên ji bo berxwedana li Rojava zêde dibin.   Bangên ji bo rawestandina êrişên li ser Rojava û mezinkirina piştgiriya navneteweyî, ji Amerîkaya Latînî bilind dibin. Li Arjantînê piştî peyama nivîskî ya koma Memoria, Verdad y Justicia (Bîr, Rastî û Dadwerî) û peyama vîdyoyî ya endama saziyê Mirta Israilí, li Şîliyê jî komek jinên ku bi tevgera jinên Kurd re di nav piştgiriyê de ne, li dijî komkujiyên li Rojava çalakiyek protestoyî li dar xistin.   Li Arjantînê di daxuyaniya ku ji hêla Memoria, Verdad y Justicia ve hatî parve kirin de, êrişên leşkerî yên li ser gelê Kurd bi taybetî li herêma Rojava, bi tundî hatin şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên bi komên cîhadî yên li Sûriyeyê re têkildar in; bi piştgiriya Tirkiye, Îsraîl û DYAyê milîsên DAIŞê ji nû ve çekdar dikin. Hat destnîşankirin ku ev êriş ezmûna demokratîk a ku gelan li Rojava bi hev re ava kiriye, hedef digirin. Saziyê daxwaz kir ku êriş tavilê werin rawestandin, berpirsên kuştinan û wêrankirina binesaziyê hesab bidin û ragihand ku ew ê rê nedin jenosîdeke nû.   Heman bang di peyama vîdyoyî ya endama Memoria, Verdad y Justicia, Mirta Israilí de jî hat dubare kirin. Israilí, wek parçeyek ji gelekî ku li Arjantînê rastî jenosîdê hatiye axivî û diyar kir ku êrişên li ser gelê Kurd ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve û bi hevkariya Tirkiye, û DYA’yê têne meşandin. Israilí got: "Wek gelekî em dizanin jenosîd çi ye" û destnîşan kir ku ew ê li hemberî jenosîdeke nû ya li dijî gelê Kurd bêdeng nemînin. Wê ji Arjantînê peyama piştgiriyê ya tam ji bo jin, gel û zarokên ku li Rojava li ber xwe didin, şand.