180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu! 2026-01-26 15:22:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Di metna kampanyaya îmzeyan a Buroya Jinan a Kurd Cênî ya li dijî êrîşên li ser Rojava de, hate xwestin ku êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin û statuya Rojava were naskirin.   Buroya Jinên Kurd Cênî li dijî êrîşên li ser Rojava kampanyaya îmzeyan da destpêkirin, di vê çarçoveyê de nameyek hate nivîsandin. Hunermendan, nivîskaran û lîstikvanan xwest ku demildest êrîşên leşkerî yên li ser Rojava bên bidawîkirin û statuya Rojava were naskirin.   Di nameyê de hate gotin, “Naskirina Rojava çalakiyeke sembolîk e. Ev berpirsyariyeke siyasî ye.” Di nameyê de ev daxwaz hatin kirin:    Êrîşên li ser Rojava demildest bi dawî bibin û sivîl bên parastin.   Yekîtiya Ewropa Rojava weke siyasî û hiqûqî nas bike.