Wezîra Swêdî: Em dijminatiya li dijî jinan qebûl nakin 2026-01-26 11:27:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Perwerde û Entegrasyonê ya Swêdê Simona Mohammson, bertek nîşanî êrişên ser Rojava da û got: “Em we dibînin û dibihîsin. Em tu zextên xwe dispêrin tundî, nefret û dijminatiya li jinan qebûl nakin.”    Li Swêdê nerazîbûnên li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk her ku diçe zêdetir dibe. Wezîra Perwerde û Seroka Giştî ya Partiya Lîberal a Swêdê Simona Mohamsson, têkildarî êrişên li dijî Rojava li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X’ê peyamek parve kir û êriş şermezar kir.   Simona Mohamsson, birîna pora jineke Kurd a hatibû qetilkirin, weke êrişeke li ser rûmet û nasnameya jinan bi nav kir. Simona Mohamsson, da zanîn ku jinên Kurd di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de pêşengî kirin. Simona Mohamsson, diyar kir ku kezî ji bo jinên Kurd sembola rûmet, hêz û berxwedanê ye û got ku ji ber vê ew bi hûnandina porê xwe hevgirtina xwe ya bi jinên Kurd re nîşan dide.   Simona Mohamsson, got: “Li her cihê ku jin ji bo maf û rûmeta xwe şer dikin, em weke Lîberal her tim li kêleka we ne. Em we dibînin û dibihîsin. Em tu zilm û zordariyê li ser bingeha tundî, nefret û dijminatiya li ser jinan qebûl nakin.”   Simona Mohamsson, peyama xwe bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî kir.