'Ya li Rojava hedef hatiye girtin modela civaka demokratîk e' 2026-01-26 09:05:37   Rabîa Onver   AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî, da zanîn ku êrîşên li hember Rojava ji nîqaşên aştî û muzakereyê cuda nayê nirxandin û got: “Hedefgirtina modele jiyana yekbûyî ya gelan, ne tesaduf e.”   HTŞ û çeteyên girêdayê Tirkiyeyê ji 6’ê Çileyê de ye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan didomîne. Tevî agirbestê êrîşên çeteyan didomin û li her alî Kurdsitanê gel li berxwe didin û diherikin sînoran. Bi banga seferberiyê ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çalakî û protesto her diçin mezin dibin.   Berdevka Meclîsa jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Berîvan Bahçecî der barê êrîşan de ji ajansa me re axivî.   ‘Netew dewletan li ser Kurdan dîsa plan xistin dewrê’   Berîvan Bahçecî êrîşên HTŞ’ê yên li dijî Rojava nirxand û wiha anî ziman: “Piştî salekê şûnde komploya li hember Kurdan dîsa ket dewrê. Tirkiye jî di nav de netew dewletan li ser Kurdan planek xistin dewrê. Piştî salekê dîsa hawira şer dan destpêkirin û netew dewlet ji bo berjewendiyên xwe li ser Kurdan komplo xistin dewrê. Em vê ji ser Sûriyeyê dibînin. Li ser modela jiyana demokratîk ev plan xistine dewrê.”   ‘Ji bo berjwendiyan lihevkirinek nû bi DAIŞ’ê re kirin’   Berîvan Bahçecî balkişand ser êrîşên li ser Rojava û got netew dewletan planên xwe ji nû ve xistine dewrê û wiha bi lêv kir: “Dewleta Şamê bi destê netew dewletan hat. Yanî rejîma Colanî bi destê netew dewletan pêk hat. Li holê ye ku Colanî pêveka DAIŞ’ê ye. Di esasê de di lîsteya hemû dewletan de wek terorîst dihat dîtin. Lê niha ji bo berjewendiyan lihevkirinek nû bi DAIŞ’ê re kirine. Niha ger ku mutabakata 10’ê Adarê pêk neyê sedema vê ev e ku bi dewletan re lihevkirinek hatiye kirin. Ev salek bû muzakere hebûn. Mutabakata 10’ê Adarê hat kirin. Lê mixabin niha pêvajo bi muzakereyên diyarkirî tên kirin. Kurdistan di alî gelan de alî borî û teşeyê jiyanê de çiqas dewlemend e li holê ye. Netew dewlet ji bo vê jî bi komployê xwe ji ser Kurdan didin jiyîn. Ev planeke li ser Kurdan tên lîstinê ye. Naxwazin Kurd bibin xwedî statu û xwe bi rê ve bibin.”   ‘Şerekî topyekun tê meşandin’   Berîvan Bahçecî balkişand ser helwesta Amerîkayê û wiha got: “Serokê Amerîkayê derket got ‘bi Kurdan re lihevkirin baş e, me baş lihev kir lê gelek pere girt.’ Gotinên wî yên niha ne tesaduf in. Belê ku digot ‘Kurd di doza xwe de mafdar e, niha bang li dewletan dike. Di pêvajoya DAIŞ hemû dewletan tehdîd dike de bêdeng in. Em dikarin bêjin ku êrîşek topyekun li hember Kurdan heye.”   ‘Şoreş bi pêşengiya jinan ava bû’   Berîvan Bahçecî destnîşan kir ku pergala azadixwaz a jinan a li Rojava hedef tê girtin û wiha bi lêv kir: “Di 2015’an de jî DAIŞ’ê êrîşên Kurdên Rojava kir. Piştî berxwedana Kobanê bi pêşengiya jinan şoreş ava bû. Em dikarin bêjin ku ev şoreş bi pêşengiya jinan hat avakirin. Modela jiyana ku hat avakirin bi pêşengiya jinan hat kirin. Niha HTŞ bi zîhniyeta DAIŞ’ê êrîş dike. Em di vîdeoyan de ku îşkence li jinan tê kirin dibînin. Jinên Kurd li dijî wê zîhniyetê li berxwe didin.”   ‘Sûcê şer tê kirin’   Berîvan Bahçecî diyar kir ku ya di êrîşên tên kirin de komkujî tên kirin û bi awayekî cidî sûcê şer tê kirin û bêdengiya rayagiştî ya cîhanê jî wiha rexne kir: “Modela Rojva wek tehdîd tê dîtin. Zîhniyeteke netew dewletê li holê ye. Cîhan li dijî vê komkujiyê bêdeng e. Ji ber vê divê em xwedî li şoreşa Rojava derkevin û dengê şoreşê bilind bikin. Lê yên îro bêdeng dimînin wê rojekê bi vê belayê re bên rû hev. Gelê Kurd niha ji bo hemû gelan têdikoşe. Ji ber vê divê hemû li dijî van êrîşan bêdeng nemînin. Divê gelê Kurd tenê neyê hiştin.”   ‘Divê xwedî li Rojava bê derketin’   Berîvan Bahçecî daxuyakirin ku ger Kurd winda bikin divê bê zanîn ku Tirk, Ereb, Elewî, Çerkez, her kes dê winda bike û got: “Çima Kurd? Ji ber Kurd herî zêde li berxwe didin. Em behsa zîhniyeteke DAIŞ’ê ya dixwaze îradeya Kurdan bişkîne û piştre li hemû cîhanê belav bibe dikin. DAIŞ ne tenê li dijî Kurdan ji bo hemû gelan tehdîd e. Ger ku bi rastî xwedîlêderketin hebe divê ji Kobanê bê destpêkirin. Divê em xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Ev peywireke mirovahî ya hemû gelên cîhanê ye. Li Rojava berxwedanek mezin heye. Ji 7’an heta 70’ê her kes li kolanan li berxwe didin. Ji bo vê jî divê em li dijî komkujiyê dengê xwe bilind bikin.”   ‘Divê demildest êrîş rawestin û muzakere bidomin’   Berîvan Bahçecî di dawiya axaftina xwe de li ser hevdîtinên Îmraliyê jî sekinî û wiha dawî lê anî: “Her kes dizane ku modela ji Rojava derketiye mdoela Rêberê Gelê Kurd, modela Rêber Apo ye. Niha li Tirkiyeyê pêvajoyek tê meşandin û Devlet Bahçelî dibêje bila Rêberê PKK’ê bê li vir siyasetê bike. Ev jî tê wateya ku Abdullah Ocalan di pozîsyoneke çiqas girîng de ye. Ji ber vê jî em niha bi konseptek nû re hatine rû hev. Hedefgirtina modela Rojava ne tesaduf e. Xwediyê vê modelê niha di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê em dibêjin ku heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe gel jî azad nabin. Divê demildest ev şer raweste û muzakere destpê bikin, bidomin.”