Li pêşiya kanala RAI ya dewletê çalakî
- 21:16 26 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên wan li Romayê, li pêşiya kanala RAI ya dewletê kom bûn. Çalakvanan bêdengiya dewleta Îtalya protesto kirin û bang li RAI kirin ku li ser Rojava nûçe çêbikin.
Ev hefteyek e li seranserê Îtalyayê, bi taybetî li Romayê, çalakiyên piştgiriya Rojava berdewam dikin. Kurd û dostên wan îro li Romayê, bi tevlîbûna Navenda Çanda Kurd a Ararat, Kurdîstan Information Bureau, Arti Europa, nûnerên Partiya Komunîst a Ji Nû Ve Avakirinê, Rete Kurdistan û aktivîstan li pêşiya kanala RAI ya dewletê li hev kom bûn.
Di çalakiyê de bêdengiya dewleta Îtalyayê ya li hemberî êrîşên li ser Rojava hate protestokirin û hate xwestin ku kanala RAI derbarê Rojavayê de nûçeyên zêdetir û xuya çêbike.
Komîsyoneke ku bi rayedarên RAI re hevdîtin kir, dosyaya ku têkildarî Rojava hat amadekirin, radestî kanalê kir. Di hevdîtinê de hate pirsîn ku dewleta Îtalyayê çima bêdeng dimîne û hate diyarkirin ku rayedarên RAI dosyayê girtine û materyalên nûçeyên têkildarî Rojavayê xwestine û gotine ku ew ê têkildarî mijarê zêdetir nûçe çêbikin.
Her wiha hate diyarkirin ku çalakiyên wan wê sibê bi mitînga ku li pêşiya parlamentoya Romayê bê lidarxistin, dewam bike.







