Xelkê Mexmûrê: Wê bi yekîtiya Gelê Kurd şer têk biçe 2026-01-26 18:35:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi meşekî girseyî hem roja rizgarkirina Kobanê pîroz kirin û hem jî êrişên li ser Rojava ku hêjî didomin şermezar kirin.   Di 26’ê Çileya 2015’an de bajarê berxwedanê Kobanê bi têkoşîn û berxwedana şervanan û gelê her çar aliyên Kurdistanê ji destê çeteyên hov yên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Li rûxmê ewqas êriş, zor û zehmetiyan jî bajarê Kobanê bi bedelên herî giran bi xwîna hezaran şehîd har rizgarkirin. Koban a ku her sal rizariya wê tê pîrozkirin, dîsa bi êrişên heman çeteyan re rû bi rû ye. Ji 6’ê çileyê ve dîsa êrişek li ser Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Bi hezaran malbat harin qetilkirin, girtin û windakirin.   Bi boneya vê rojê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî hem roja rizgarkirina Kobanê pîroz kirin û hem jî êrişên li ser Rojava ku hêjî didomin şermezar kirin.   Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir.   Di meşê de bê navber pişgiriya xwe ya bi Rojava re bi dirûşmeyên “Kurdistan yeke yeke”, “Bijî Berxwedana Rojava”,  “Bijî Berxwedana QSD û YPJ” re anîn ziman.   Piştî ku meş gihişt ber avahiya Neteweyên Yekbûyî, li wê derê daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn deqeyek rêz ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan axaftinek kir.   Leyla Arzû diyar kir ku îro roja rigariya Kobanê ye, roja serkeftina gelê Kurde û wiha got: “Beriya niha 11 salan Kobanê ji çeteyên xwînmij, çeteyên ku bi hişmendiya Erdoxan û hevalbendên wî hatin rizgarkirin. Kobanê bû cihê jinên bedew, jinên şoreşger yê ku hişmendiya kedxwar hişmediya zilamê kedxwar têkbirî. Em vêya baş dizanin êrişa yekem ya ku li ser Kobanê hatî pêkanîn, gelê Kurd û hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rabike. Hêzên desthilatdar Mûsil teslîmî DAIŞ’ê kirin, DAIŞ’ê bi Şengal, Mexmûr û Kerkûkê dewam kirin û piştre jî êrişî Kobanê ya ku cara destpêkê malovanî ji tevgera Apogerî re kiribû kirin. Kabanê ya ku cara yekem Rêber Apo li beranberî darbeya 12’ê Îlonê gotibû hûn nikarin me tine bikin, bi berxwedana zindanan carek din tevna azadiyê hat raçandin. Ji ber vê yekê Kobanê di dilê hêzên desthilatdar de bibû kulek. Lê şervanên azadiyê, şervanên ku bi hişmendiya Rêber Apo xwe guçûpêç kiribû karibû Kobanê ji çate û dagirkeran rizgar bikin. Rizgarkirina Kobanê sembola yekîtiya gelê Kurde. Rizgarkirina Kobanê bû ruhê ku li her çar aliyên Kurdistanê Kurd sînorên ku hatine çêkirin nasnekin, Kurd bikaribin bi yekîtiyê serkeftina xwe bidest bixin.”