Ji çar aliyên cihanê ji bo Rojava bang hat kirin 2026-01-26 10:30:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Ewropayê heta Afrîkayê, ji Amerîkaya Başûr heta Asyayê, ciwan, jin û înîsiyatîfên gel li seranserê cîhanê bi pankart, civîn, boyaxa sprey û bangên piştgiriyê daxwaz dikin ku şoreşa Rojava bê parastin.   Êrîşên li ser Rojava yên ku didomin li çar aliyên cîhanê deng vedidin. Li gelek bajarên Ewropayê yên wekî Fransa, Almanya, Katalonya, Îtalya, Slovenya, Galler û Swîsreyê ciwan û gel çalakiyên piştgiriyê li dar xistin; ji Kenyayê, Kolombiyayê, Ekwadorê û Papuayê Rojava jî peyamên piştgiriyê yên bihêz hatin bilindkirin. Di çalakiyên ku tê de azadiya jinê, wekheviya gelan û civaka ekolojîk derketin pêş, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û peyama ku “şoreşa Rojava ne tenê ye” hate dayîn.   Fransa   Ji Marsîlyayê enternasyonalîstên ciwan piştgiriya xwe ji gelê Rojava re nîşan dan. Li ser afîşê wiha nivîsî ye: Ji bo azadiya jin û gel û civakek ekolojîk.   Katalonya   Ji bajarê Lleida ciwanan li meydanê civîneke gel çêkirin û li ser rewşa heyî ya Rojava agahî dan gelê xwe.   Almanya   Li herêma Mittelsachsen ciwanan peyama “Em gelê Rojava silav dikin! Em ê ji bo we rabin ser piyan!” dan.    Li bajarê Magdeburg ciwanan ji bo bal kişandina êrîşên li ser Rojava çalakiyên boyaxa sprey kirin.    Li Berlînê jinên ciwan ên rêxistina Rozalia li dijî komkujiyên jinê çalakî kirin. Di van çalakiyan de jinên ciwan girîngiya şoreşa jinê ya li Rojava ronî kirin û ji bo piştgiriya şervanên YPJ keziyên porê xwe çêkirin. Jinên ciwan gotin ku ji Berlînê heta Kobanê li dijî komkujiyên jinê têdikoşin.    Ji Bremen, Mûnih û Furth alîgirên futbolê bi pankartên mezin piştgiriya xwe ji şoreşa Rojava re anîn ziman.   Slovenya   Li bajarê Ljubljana ciwanan civîneke li ser Rojava li dar xistin û ji bo rojên pêş protestoyên din plankirin.   Îtalya   Ji Gallico, Pisa û Catanzaro ciwan li hev civiyan û silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin.    Gelê Perugia li qada giştî civiya ku li ser êrîşên li ser Rojava û rewşa heyî agahdar bibin û piştgiriyê zêdetir bikin.   Galler   Li bajarê Cardiff di protestoyan de gel bang li parastina şoreşê kir. Gel got: “Îro, di dema hen galan (sala nû ya kevn a Galler) de di civîna kevneşopiya Galler a Fari Lwyd de, em bi gelê Rojava re di nava piştgiriyê de ne. Em bi hev re bi dîroka xwe ya demokratîk ve girêdayî ne û ber bi pêşerojê ve li ufka modernîteya demokratîk a ku Rojava di navenda wê de ye dinêrin.”    Di çalakiyeke din de çalakvanên Galler pankarteke vekir ku êrîşa qirkirinê li Sûriyeyê ronî bike û bang li çalakiyê bike.   Îsvîçre   Li bajarê Zurih ciwanan ji bo balkişandina êrîşên li ser Rêveberiya Xweser bi boyaxa sprey çalakî kirin.   Afrîka   Li Kenyayê gelek kes li hev civiyan û bi sloganên “Jin Jiyan Azadî” piştgiriya xwe ji Rojava re nîşan dan.   Kolombîya   Li Kolombiyayê ciwan pankartan amade dikin ku piştgiriya xwe ji gelê Rojava re nîşan bidin û balê bikşînin ser êrîşên berdewam ên li ser Kobanê.   Ekvator    Li Ekvadorê ciwan poster li kolanan daliqandin ku gelê bajêr ji têkoşîna şoreşa Rojava agahdar bikin. Li ser afîşê wiha nivîsiye: “Parastina Rojava parastina jiyanê ye.”   Bati Papûa   Ji qada Asyayê tevgera azadiyê ya Rojavayê Papua silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rojava tenê têkoşîna gelê Kurd nîne. Nirxên wê ji bo me hemûyan e. Em bawer dikin mêtîngerî divê li wir bê tunekirin û azadiya rastîn ji binî, ji aliyê gel ve, ji bo gel û bi taybetî ji bo jinê destpê bike. Bijî Rojava! Jin, Jiyan, Azadî!”   Karavana gel li Viyanayê bû    Sê rêyên Karavana Gel li Viyanayê li hev civiyan. Karavana Gel ku civînekê çapemeniyê li dar xist, ber bi Belgradê ve çû. Karavanê ku li Kolnê bi 2 otomobîl û 10 kesan dest pê kiribû, niha ji Îtalya, Fransa, Katalonya, Kolombiya, Almanya, Swîsre, Avusturya, Îngilistan û Îrlandayê  herî kêm gihîştiye 100 kesan.