ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2026'AN 2026-01-26 09:00:00     *Aynûr Yilmaz ku keça wê di pêvajoya 2014’an de tevli YPJ’ê bû wiha got: “Hîna ku DAIŞ nehatiye vir em biçin Rojava. Em bi rihê berxwedana Kobanê ji nû ve bi ser bikevin. DÎMEN HEYE    *Parêzera Doza komkujiya Garê Senem Doganoglu da zanîn ku gumanbarên komkujiyên li Tirkiyeyê pêk hatine li girtîgehên ku HTŞ’ê vala kirine ye û got: “Di ekîba ewil a ku DAIŞ û HTŞ’ê berdan de ew hebûn? 150 DAIŞ’iyên hatin hilbijartin û şandin Iraqê kî ne?” DÎMEN HEYE    *Bedriye Kuş da zanîn ku wê bi rihê seferberiyê li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyan pêk bînin û balkişand ser komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê û got: “Pir aşkera li holê ye ku çete ji bo Tirkiye û qada navneteweyî xetereyeke mezin dihewînin.” DÎMEN HEYE    *Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî, da zanîn ku êrîşên li hember Rojava ji nîqaşên aştî û muzakereyê cuda nayê nirxandin û got: “Hedefgirtina modele jiyana yekbûyî ya gelan, ne tesaduf e.” DÎMEN HEYE   *-Rojnamevan Xezne Celal, bal kişand ser êrîşên li ser gundên Kobanî û binpêkirina peymana 15 rojî ji roja yekem ve û got, "Kobanî di 26'ê Çileya 2015'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Îro jî bangek heye ku bi heman awayî were parastin û li hember wê berxwedan were nîşandan." DÎMEN HEYE