Rêxistinên jinan bi rojeva ji tundiyê re çareserî hatin gel hev 2025-09-03 21:28:36   WAN - Rêxistin û saziyên jinan yên Wanê bi armanca ji tundiya mêr a li dijî jinan re çareseriyê bibînin civîn pêk anîn.   Komeleya Jinan a Star, Platforma Jinan a Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA),Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK), navenda Mafê Jin û Zarokan a Baroya Wanê, hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şengal û rêxistinê civaka sivîl û partiyÊn siyasî li dijî tundiya mêr a li ser jinan hatin gel hev.   Jinên li avahiya KESK  a Wanê hatin gel hev li ser çareseriya j bo tundiya mêr û mirinên bi guman yên jinan civîn pêk anîn. Civînê sê saetan berdewam kir û der barê çareseriya tundiyê de dan û standina fikr û nêrînan hat kirin.   Biryarên wekê heta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li qadan bin û xebatên li dijî tundiyê bimeşînin hatin girtin.