Hiqûqa dewletê li 5 welatan di bin êrişek cidî de ye

  • 17:59 30 Mart 2026
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî rapora Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Ewropayê, li Yekîtiya Ewropayê hiqûqa dewletê bi êrîşên herî giran re rû bi rû ye. Macaristan, Îtalya, Slovakya, Bulgaristan û Hirvatistan bi "xirabkirina sîstematîk" hatin tawanbarkirin.
 
Li gorî rapora Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Ewropayê, li Yekîtiya Ewropayê ku xwe dispêre daneyên zêdetirî 40 rêxistinên civaka sivîl, rêgezên hiqûqa dewletê li Macaristan, Îtalya, Slovakya, Bulgaristan û Hirvatistanê bi awayekî sîstematîk û bi zanebûn têne qelskirin.
 
Di raporê de bal kişand ser serxwebûna dadweriyê, têkoşîna li dijî gendeliyê, azadiya çapemeniyê û zexta li ser civaka sivîl.
 
Di raporê de Belçîka, Fransa, Elmanya, Danîmarka, Swêd û Malta wekî "welatên paşve diçin" hatine destnîşankirin. Di nirxandina ji bo Belçîkayê de hat diyarkirin ku hin biryarên hikûmeta nû ya federal a ku di sala 2025’an de hat ser desthilatdariyê, mafên civakî, mafên koçberan û azadiya rêxistinbûnê qels kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku qelsbûna pergala dadwerî, zexta li ser azadiya çapemeniyê, sînordarkirinên li ser civaka sivîl û nebicihanîna hin biryarên dadgehê pirsgirêkên cidî diafirînin.
 
Di raporê de hat gotin ku di paşveçûna Ewropayê de bi taybetî bilindbûna hikûmetên rastgir û populîst wekî faktoreke girîng e. Li gorî raporê, Giorgia Melonî li Îtalyayê û Robert Fico li Slovakyayê hatina wan a desthiladariyê di warê hiqûqa dewletê de şikestinek çêkir.
 
Rêveberiya Viktor Orbán li Macaristanê wekî "kategoriyek cuda" hat pênasekirin. Her wiha di raporê de tenê Letonya wekî welatê ku ji bo xurtkirina hiqûqa dewletê “bi biryardarî dixebite" derket pêş.
 
Polonya, tevî ku hikûmeta Donald Tusk ji bo jinûve avakirina hiqûqa dewletê dixebite jî ji ber zirara bingehîn a ku ji hêla rejîma berê hatiye hiştin û vetoya serokomariyê, di nava "welatên westar” de hat nîşanda
 
Di raporê de hat diyarkirin ku mînaka Polonyayê nîşan dide ku pêvajoya jinûve avakirina saziyên demokratîk bê çiqasî zehmet e.