
Li dijî qirkirina daran serlêdana sûc
- 17:51 29 Temmuz 2025
- Ekolojî
ŞIRNEX - Komîsyona Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê, der barê qirkirina daran ya li gundên Bîlga, Sîlîb û Cilbiya serlêdana sûc kirin.
Komîsyona Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê, der barê qirkirina daran ya li gundên Bîlga, Sîlîb û Cilbiya ya Sîlopiya Şirnexê li Serdozgeriya Komarêya Sîlopiyê serlêdana sûc kirin.Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ev li dijî qanûna Daristanê ye û zirarek mezin dide ekolojî û qada jiyanê.