'Çareserî veguhertina civakê ye'
- 09:03 9 Kasım 2025
- Rojane
Buşra Turan
WAN- Endama Komeleya Jinan a Star Leyla Abukan, li ser zêdebûna tundiya li ser jinan, diyar kir ku tundiyar li dijî jinan pirsgirêkek civakî ye û got, "Çareserî ne tenê bi cezakirinê, bi perwerde û veguherîna civakê pêkan e. Civakek aştiyane ku ji hêla jinan ve tê rêvebirin, dê li ser bingeha wijdan, edalet û wekheviya zayendî be."
Di cîhana îroyîn de ku her cûre tundiya li dijî jinan zêde dibe, jin li çaraliyê cîhanê bi rêya platformên cûrbecûr hevgirtina xwe zêde dikin. Her çend tundiya li dijî jinan li seranserê cîhanê ji hêla dewletên ku bi hişmendiya serdestiya mêran ve têne rêvebirin her ku diçe kûrtir dibe jî, jin li dijî vê tundiyê têkoşînê didin. Di van rojên ku em ber bi 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan dibin, li Kurdistan û Tirkiyeyê, têkoşîna li dijî êrîşên hikûmetê yên li ser destkeftiyên jinan berdewam dike.
Derbarê mijarê de em bi endama Komeleya Jinan a Star Leyla Abukan re axivîn.
Leyla Abukan diyar kir ku tundiya li dijî jinan pirsgirêkek civakî ye û destnîşan kir ku çareserî ne di cezakirinê de ye, di perwerde û veguherîna civakî de ye û wiha berdewam kir "Tundiya li dijî jinan ne pirsgirêkek takekesî ye, pirsgirêkek civakî ye. Ev rewş ji nehevsengiya hêz û newekheviya zayendî di civakê de derdikeve holê. Tundiya li dijî jinan binpêkirina mafên mirovan e. Çareserî ne tenê bi cezakirinê mimkun e, di heman demê de bi mezinkirina zarokan bi hişmendiya wekheviya zayendî jî mimkun e. Divê zarok bi hesta hezkirin û wekheviyê bên mezinkirin. Ev dikare bi perwerde û veguherîna civakî were bidestxistin. Wekî din, divê medya berpirsiyariya vê mijarê bigire ser xwe û hişmendiya raya giştî li ser esasê wekheviyê pêşve bibe. Pêşkêşkirina perwerdehiya cidî ya li ser wekheviya zayendî di dibistanan de ji bo avakirina avahiyek civakî ji bo zarokan girîng e."
'Hevgirtina jinan çavkaniya hêviyê ye'
Leyla Abukan, diyar kir ku rêziknameyên qanûnî nayên bicîhanîn û pirsgirêkên ewlehiya jinan berdewam dikin û bal kişand sergirîngiya hevgirtina jinan. Leyla Abukan, bal kişand ser netêrkirina qanûnan jî û got, "Qanûn tenê tên derxistin; mekanîzmayên bicîhanînê bi tevahî nebaş in. Em dizanin ku stargeh jî nikarin jinan biparêzin. Divê dewlet ne tenê van qanûnan derxîne, divê di heman demê de wan bi lez û bez û bi bandor bi cîh bîne. Îro, kuştinên jinan roj bi roj zêde dibin ji ber ku ewlehiya qurbaniyan nayê misogerkirin. Hevgirtina jinan ji bo me çavkaniya herî xurt a hêviyê ye. Em hêza mezin a ku jin li her deverê ku em piştgiriyê didin hev dibînin, çi li ser medyaya civakî, çi li rêxistinên jinan, komeleyan, an jî di rêveberiyên herêmî de. Bi saya hevgirtina jinan, em dikarin dengê hev bidin bihîstin û xurttir bibin. Ez jî wekî jinekê bi hevgirtina jinan xwe bêhtir azad dibînim. Ji ber ku ev piştevanî rêhevaltiya me ya herî bi hêz e."
'Di pêşengiya jinan de civakek aştîxwaz'
Leyla Abukan girîngiya nûnertiya wekhev a jinan di hemû warên jiyana civakî de bi bîr xist û diyar kir ku civakek aştîxwaz dikare di bin serokatiya jinan de were avakirin. Leyla Abukan wiha dawî lê anî, "Civakek aştîxwaz a ku ji hêla jinan ve pêşengiya wê tê kirin dê ew civak be ku wijdan, edalet û wekheviya zayendî biparêze. Misogerkirina nûnertiya wekhev a jinan di warê aborî, siyaset û perwerdeyê de wijdanê civakî xurt dike. Perspektîfa jinan bingeha rêziknameyek bê tundî ye. Yek ji bingehên civakê azadiya jinan e. Heta ku jin xwe di her warî de bi temsîliyeta azad û wekhev bibînin, dê gengaz be ku sedemên bingehîn ên pirsgirêkan werin çareserkirin û çareserî werin afirandin."







